Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gumana fînansekirina terorîzmê mezintir dibe

Hat weşandin torsdag 26 maj 2016 kl 10.31
Lê tevî wilo, hukm ji dadgehê tune ne
(1:31 min)
En man klädd i en så kallad bacclava och svenska sedlar.
Wêne: TT. Montac: Radyoya Swêdê.

Ji ber ku bank û dezgehên darayî gumanên xwe bêhtir gilî dikin.

Hejmara giliyên gumana fînansekirina terorîzmê di sala çû de mezintir bû. Li gor beşa darayî li cem polîsan, Finanspolisen, sedema vê yekê ew e, ku bank û dezgehên darayî û malî gumanên xwe bêhtir caran gilî dikin.

Angelica Wallmark, seroka beşa darayî li cem polîsan, dibêje ku hejmara giliyan li gor sala berî wê, bûye duqat, û li gor wê ev yek ji ber zêdebûna çalakbûna gilîkaran e. Wallmark zelal dike ku bo nimûne kesên gênc ku tu meaşên wan tune ne, ji nişka ve gelek deynan ji bankan distînin, û ji gelek dezgehên hikûmî alîkariyê dixwazin û sextekariyê jî dikin, wê demê gumanên polîsan gelekî xurt dibin.

Angelica Wallmark dibêje ku ew hemû raporên şandina pereyan didin hev û didin destê polîsên îstîxbaratê, Säpo.

Lê tevî ku gelek dezgeh niha eşkere dibêjin ku gumana fînansekirina terorîzmê zêdetir dibe, tenê hukmek derbarê vî sûcî hatiye der, û ew jî berî 10 salan bû. Li gor Angelica Wallmark, di dadgehê de zehmet e ku were îsbatkirin ku ev pereyên ku hatine berhevkirin, bi rastî digihîjin destê hinekan ku bi şêweyekî berçav karê terorîzmê dikin, ji bo wilo jî tu hukm di dadgehan de ne hatine der.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".