Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە
Raporeke nû ya Delmi:

Kontrolkirina sînorên Ewropayê ne baş e!

Hat weşandin torsdag 26 maj 2016 kl 12.07
Gelek pere li ser dirin, û armanc nayên bicîkirin
(1:23 min)
Gränskontroll mellan Slovenien och Österrike
Kontrolkirina sînoran di navbera Slovîniya û Nemsayê. Wêne: Ronald Zak/TT

Penaxwazan nasekinîne, lê belê tevlihevî, serêşî û neewleyiyê zêdetir dike.

Zorkirina kontrola sînorên Ewropayê di demeke dirêj de dikare encamên xerab bi xwe re bîne. Gelek pere li ser wan kontrolan tên xerjkirin, neewleyî zêdetir dibe û tevlihevî gelek çê dibe. Ev kontrol hatina penaxwazan jî nasekinîne. Ev yek li gor lêkolîneke hikûmî ya nû, ku Delegasyona Lêkolînên derbarê Penaberiyê, Delmi, nivîsiye.

Li gor raporê, ev kontrolên zortir, weke çareyeke demkurt e û polîsî ye, ew kêşeyên bingehîn çare nakin. Neewleyîya li welêt zêdetir dibe, û armanca sereke ya Yekîtiya Ewropî nayê bicîkirin; wate hatina penaxwazan nayê sekinandin, ji ber ku ew herdem rêyên nû dibînin.

Ji aliyekî din ve, rapor balê dikişîne ser tevgera hin welatan, ku penaberan weke alaveke zextê li dijî Yekîtiya Ewropî bi kar tînin. Nimûneya herî zelal ku rapor destnîşan dike, tevgera Tirkiyeyê ye, ku penaberan bi kar tîne ji bo ku siyaseta xwe li gor xwe bimeşîne, bêyî ku Ewropa bikaribe mudaxeletê bike.

Ann Linde, wezîra nû ya pirsên Yekîtiya Ewropî û Tîcaretê, dibêje ku ew jî gelek kêşeyan di kontrolkirina sînorên Yekîtiyê de dibîne. Lê ew ji aliyekî din ve dibêje ku Swêdê beşê herî mezin ji barê penaxwazan danî ser milên xwe, û heger welatên din beşê xwe ji berpirsiyariyê bi cî bikira, dê Swêd mecbûr ne bûba ku sînorên xwe bigire û kontrol bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".