Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zarokên penaberan dikevin pêşiya dorên dibistanan de

Hat weşandin fredag 27 maj 2016 kl 10.46
Ji yekê meha 11an ve
(1:31 min)
Dibistaneke prîvat.
Dibistaneke prîvat. Wêne: CHRISTINE OLSSON / TT

Gelek dibistanên serbixwe (prîvat) ev yek xwestiye. 

Hikûmetê û partiyên Hevbenda Burjuwa li hev kirine ku dibistanên serbixwe (prîvat) dê bikaribin zarokên penaber ên ku nû hatine Swêdê, têxin pêşiya dora şagirtên serî li dibistanê dane.

Ev qaîdeyên nû dê ji 1ê meha 11an ve dest pê bikin. Li gor van qaîdeyan, dê 5% ji ciyên şagirtan destnîşan bikin ji bo ku cî bidin zarokên penaber ku kêmî 2 salên wan li Swêdê çê bûne.

Wezîrê perwerdeyê Gustav Fridolin dibêje ku ew bi van qaîdeyên nû dixwaze ku şans bide malbatên nû, ku îmkana wan tune bûye ku zarokên xwe bixin dora dibistanên serbixwe de. Ew herweha balê dikişîne ser kêşeya ku gelek beledî hene ku heta niha jî pêşwaziya ne û penaberekî ne kirine, û li gor wî ev tişt nikare were qebûlkirin, ji bo ku hejmara penaberên hatine Swêdê ji herdemê bêhtir bûye. Gustav Fridolin herweha piştrast dike gelek dibistanên serbixwe ji wî xwestine û dixwazin ku bikaribin pêşwaziya zarokên penaberan bikin, lê qaîdeyên îro astengiyan li ber wan çê dikin.

Tê zanîn ku Partiya Çep (Vänsterpartiet) û Demokratên Swêdê (Sverigedemokraterna) piştgiriya vê guherandinê nakin. Ev qaîdeyên nû beşeke ji lihevkirina hikûmetê û Hevbenda Burjuwa ya siyaseta koçberiyê ye.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".