Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Siyaset

Gotûbêja pêşî ya Lövin (MP) hember serokên partiyên din

Hat weşandin måndag 30 maj 2016 kl 11.01
Nirx û têgihiştin gelekî hatin gotûbêjkirin
(3:00 min)
tatsminister Stefan Löfven hälsar på Moderaternas partiledare Anna Kinberg Batra (i bakgrunden MP:s språkrör Isabella Lövin och Vänsterpartiets partiledare Jonas Sjöstedt)
Serokwezîr Stefan Löfven (S) silavê dide seroka Moderatan Anna Kinberg Batra. Wêne: Jonas Ekströmer / TT

Nearamiya li derdorên bajaran û koçberî mijarên herî germ ku hatin gotûbêjkirin.

Hevseroka nû ya Partiya Jîngehê (MP) Isabella Lövin, ku berî du heftiyan hat hilbijartin, cara pêşî bi sîfeta hevseroka partiyê di gotûbêja Televizyona Swêdê (SVT) ya serokên partiyên parlamêntoyê de beşdar bû. Di gotûbêja 2 saetî de gelek mijar hatin gotûbêjkirin. Yek ji mijarên herî germ, nearamiya ku niha li deverên dora bajarên mezin heye, bo nimûne keviravêtina ser polîs û ambulansan ve.

Lövin di şiroveya xwe ya pêşî de Hevbenda Burjuwa (Alliansen) gunehbar kir. Alliansenê 8 salan, heta sala 2014an, li Swêdê hukm dikir. Li gor Lövin, ewqas daxistina bacê bi qasî 140 milyar kron, û nizimkirina asta refahê li deverên derveyî bajaran, di dema hukmkirina Alliansenê de, hişt ku nearamiya civakî li van deveran çê bibe. Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfvén (S), got ku gerek em yekcar tahdeya li dijî polîs û ambulansan qebûl nekin, lê wî jî berpirsiyarî xist histê Alliansenê de.

Vê gunehbarkirinê serokên partiyên Alliansenê gelekî bihêrs kirin. Seroka Moderatan, Anna Kinberg Batra, got ku pir mixabin e ku di pirsên wisa de yekser qalûqulta partiyane çê dibe. Serokê Lîberalan Jan Björklund ji aliyê xwe ve got ku ev gunehbarkirin ewqase pûç in ku mirov dixwaze li serê xwe bixîne.

Ji bilî pirsa deverên nearam, pirsa koçberiyê jî hat gotûbêjkirin. Wek ku tê zanîn, hikûmetê siyaseta xwe ya koçberiyê zor kiriye. Di sê salên pêşiya me de dê tenê îqametên demkî werin dan, û zehmettir bûye ku malbat dîsan bigihîjin cem hev.

Ji ber vê siyasetê gelekî rexne li Partiya Jîngehê hatiye kirin. Lê hevseroka partiyê Isabella Lövin ev siyaset parast, û got ku di kongireyê de partiyê xwest ku ev siyaset berdewam bike. Vê siyasetê hiştiye ku ew di hikûmetê de bimînin û rê nedin hêzên nijadperest ku tesîrê li siyasetê bikin.

Wekî din gotûbêjeke germ di navbera serokê Lîberalan Jan Björklund û serokê Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson de çê bû. Björklund got ku têkoşîna ji bo mafên jinê bi sedên salan e ku li Swêdê hatiye kirin, û niha hin kes tên Swêdê ku nerîna wan a jinê ya ji salên 1800 ye. Åkesson got ku ev yek wî matmayî dihêle, ji ber ku berî salek- du salan wî ev yek digot, lê tometên mîna nijadperestî û dijberiya xerîban bi dû wî diketin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".