Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Teror û Swêd

Gilîkirina gumanên terorîzmê zêdetir dibe

Hat weşandin måndag 30 maj 2016 kl 14.12
Piraniya telefonan derbarê gumanên ekstremîzma îslamî ne
(1:09 min)
Anhöriga ska kunna få stöd.
Wêne: Markus Alfredsson

Bi navincî 1-3 caran telefon ji xeta telefonê ya piştgir re dirin, ku gumanên terorîzmê gilî dikin.

Ev şeş meh in ku dewletê xeteke telefonê vekiriye, ji bo ku kesên guman dikin ku kesek yan kesin dikin ku karê terorîst bikin, bikaribin telefon bikin û gilî bikin. Di vê dema dawiyê de bi navincî 1-3 caran di rojê de telefon ji wê xetê re tên. Per-Erik Åström, berpirsê vê xetê, dibêje ku dema di medyayê de li ser xetera terorîzmê tê nivîsîn, wê demê xelk ditirsin, telefonê dikin ji bo ku pirsan bikin û nerînên xwe bibêjin. Ew kes dikarin mamosteyên dibistanan bin, yan jî kesên ku guman dikin xizm û nasên wan dikin tev li grûpên terorîst bibin.

Ev xeta telefonê di meha 11an a sala çû de ji aliyê dezgeha koordînator li dijî ekstremîzma şidetkar û Xaça Sor ve hat destpêkirin. Li gor statîstîkê, piraniya telefonên ku tên, derbarê gumanên ekstremîzma îslamî ne.

Di meha 6an de dê ev xet were nirxandin, bê fêda wê çi bûye. Û piştî gotûbêjê, dê biryar were standin ka ev xet dê bibe daîmî yan na.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".