Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Cezayên neqanûnî li kampên penaxwazan

Hat weşandin måndag 30 maj 2016 kl 15.29
500 kron cezaya kişandina çixareyan di hundir de
(1:45 min)
asylböter
Kaxezeke cezayan li kampekê li parêzgeha Kalmarê. Wêne: Sigrid Edsenius/Sveriges Radio

Li gelek kampên penaxwazan, cezayên pereyan li penaxwazan dikevin heger li dijî qaîdeyên kampê tev bigerin.

Kanala Radyoya Swêdê P4 Kalmar eşkere dike ku gelek kampên li herêmê cezayên pereyan li penaxwazan dixin heger ew li dijî qaîdeyên kampê tev bigerin. Ev ceza li dijî qanûnên Daîreya Koçê, Migrationsverket in.

Nimûneyek ji van kampan kampa Moliljan li devera Målilla ye. Heger penaxwaz di hundir de çixareyan bikişînin, ceza li wan dikeve. Mohammed Masri, ku yek ji penaxwazên li kampa Moliljan e, behs dike ku ji bo kişandina çixareyan li hundir, yan jî rahiştina firaxan ji mitbexê, 500 kron ceza tê dan.

Berê Radyoya Swêdê eşkere kiribû ku li deverên mîna Emmaboda jî cezayên wisa tên dan. Ev ceza yekcar li dijî qanûnên Daîreya Koçê, Migrationsverket in, qanûnên ku daîreyê ji bo mitehidên kampên penaxwazan bi rê ve dibin, danîne.

Radyoya Swêdê hin kaxez li ser dîwêr dîtine, ku bi rastî jî nîşan didin ku kamp cezayan didin penaxwazan. Li kampekê li Emmaboda deriyek heye ku çê nabe mirov bi kar bîne, li Målilla çixare û hiştina firaxê mitbexê li odeyê ceza didin.

Jan Ekdahl serokê herêma başûr li Daîreya Koçê ye, dibêje ku ev ceza li dijî qanûnên daîreyê ne û nikarin werin qebûlkirin. Ew dibêje ku wan baş ev tişt ji mitehidên xwediyên wan kampan re gotiye û ew dê pêwendiyê bi wan re bike û ji wan re dîsan zelal bike. Li gor wî ev cara pêşî ye ku van nûçeyên cezayan dibihîse.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".