Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Piştgiriya herî nizim bo Demokratên Xiristiyan

Hat weşandin tisdag 31 maj 2016 kl 10.30
Piştgiriya bo sorekeskan 41%, ya bo Alliansenê 39,3% ye
(1:14 min)
Kristdemokraterna får rekordlågt stöd i SCBs partisympatiundersökning. Socialdemokraterna går uppåt.
Seroka Demokratên Xiristiyan Ebba Busch Thor û serokê Partiya Sosyaldemokratan Stefan Löfven. Wêne: Jonas Ekströmer, Erik Nylander TT Grafik: Liv Widell/Sveriges Radio

Lêkolîna raya giştî ya Buroya Navendî ya Statîstîkê, Statistiska Centralbyrån.

2011-2016

Infographics: Liv Widell, Ekot

Di lêkolîna raya giştî de ya ku Buroya Navendî ya Statîstîkê çê dike, piştgiriya bo partiya Demokratên Xiristiyan (KD) a herî nizim e ji gava ku ev lêkolîn di sala 1991 de hat destpêkirin. Li gor lêkolîna ku buroyê îro belav kir, tenê 3,1% piştgiriya partiyê dikin.

Partiyên sorekesk li ser hev 41% ji piştgiriyê wergirtine, û piştgiriya bo partiyên Hevbenda Burjuwa, Alliansenê, 39,3% ye.

Li gor cara dawî ku lêkolîn hatibû çêkirin, wate meha 11an a sala çû, piştgiriya bo Demokratên Swêdê (SD) biqasî 2,5 yekîneyan daketiye, û nêzîkî yekîneyek ji wan dengan çûye ji Moderatan (M) re.

Li gor lêkolîna meha 11an, piştgiriya bo Sosyaldemokratan (S) û Partiya Çep (V) bilind bûye. Piştigiriya bo Sosyaldemokratan bi qasî du yekîneyan bilind bûye û niha 29,5% ye. Piştigiriya Partiya Jîngehê (MP) bi 1,2 yekîneyan daketiye.

Ev lêkolîn di navbera 28ê meha 4an û 26ê meha 5an hate çêkirin. 9 000kes di vê lêkolînê de beşdar bûn.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".