Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dêra Swêdî seferên bi milyonan dikin

Hat weşandin tisdag 31 maj 2016 kl 11.40
Ji pereyên 6.2 milyon swêdî
(1:56 min)
Svenska kyrkan
Foto: Lennart Nilsson/Sveriges Radio

Radyoya Swêdê eşkere dike ku karmendên Dêra Swêdî (Svenska kyrkan) milyonan li ser seferên bo cihên turîstî xerj dikin.

Beşê nûçeyan ê Radyoya Swêdê, Ekot, eşkere dike ku karmend û siyasetmedarên girêdayî Dêra Swêdî (Svenska kyrkan), ku mezintirîn civîna olî li Swêdê ye, sefer û gerên gelekî biha bi pereyên rêkxistinê dikin, gelek caran ew sefer dirin cihên naskirî yên turîzmê û bajarên mezin li deverên cuda yên cîhanê.

Bo nimûne, sala 2014an 99 kes ji Huddinge çûn Maltayê ji bo konferensekê li hotelekê li ser avê li dar bixin.

Bi giştî 800 hezar kron li ser wê seferê çûn, û li gor seroka encûmena dêrê Barbro Bergstedt, armanca vê seferê ew bû, ku nêzîkayiyê di navbera wan kesan de çê bibe. Ew dibêje ku keşeyekî nû hatibû tayînkirin, û bi saya wê sefer û gerê wî karmend nas kirin û karmendan ew nas kir. Lê peyamnêr jê dipirsê ma gelo wan nikarîbû ev konferens û ”naskirin” li Swêdê jî li dar bixista, Barbro Bergstedt dibêje; Berê, lê wê demê wan ew nirxandin kir.

Hêjayî gotinê ye ku ev gera ku herêma keşîtiyê ya Huddinge kir, zêdeyî duqat li pereyên ku herêmê di dema nimêjê de civandin bûn.

Ev konferansa li Maltayê tenê nimûneyek ji gelek sefer û gerên wisa ye. Birêvebirina herêma li Botkyrkayê, ku pereyên wê ji deverên din kêmtir hene, ji sala 2010an ve bi qasî 2,8 kron ji xwe re geriyane.

6.2 milyon swêdî endamên Dêra Swêdî ne. Ev gera ku karmend û siyasetmedarên berpirs ên dêrê dikin, ji pereyên van endaman in. Ev pere bi rêya bacê automatîk tên kişandin.

Gelek cameetên endamên Dêra Swêdî yekcar sefer û gerên wisa nakin, lê hindek din hene ku bi pereyên gelek sefera biha dikin, li gor eşkerekirina Radyoya Swêdê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".