Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Seredana Zarif nerazîbûn saz kiriye

Hat weşandin onsdag 1 juni 2016 kl 13.23
”Em vê seredanê şermezar dikin”
(5:22 min)
Wêne: Radyoya Swêdê, TT.
Wêne: Radyoya Swêdê, TT.

Îro li ber parlamana Swêdê xwepêşandanên li dijî seredana wezîrê karûbarê derve yê îranê Mohammad Javad Zarif li dar ket in.

Wezîrê karûbarê derve yê îranê Mohammad Javad Zarif îro li Stockholmê ye ji bo hevdîtînên bi hikûmeta Swêdê re. Ev seredan aciziyeke mezin di nav grûpên opozisyona îranî û rêxistinên ji bo mafê mirovan li Swêdê de saz kiriye.

Di vê seredanaê de wê Javad Zarif gotûbêjên duqolî bi serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven û wezîra karûbarê derve ya Swêdê Margot Wallström re pêk bîne.

Zarif dê herweha bi wezîrê kesibkariyê Mikael Damberg û bi wezîra Yekîtiya Ewrûpayê û ya bazirganiyê re jî bicive.

Ji bo nîşandana nerazîbûna hember seredana Javad Zarif bo Swêdê û hevdîtinên wî bi siyasetmedarên swêdî re îro li ber parlamana Swêdê grûpên opozisyona îranî û grûpên cuda yên mafê mirovan kom bûbûn. Nûnerên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, PJAK, jî li Mynttorget amade bûbûn.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".