Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Yekem dadgeha ji ber rêwîtiya terorê dest pê kir

Hat weşandin torsdag 2 juni 2016 kl 11.20
Yekem dadgeha ji ber rêwîtiya terorê
(2:17 min)
Nusrafronten i Syrien
Guman tê kirin ku kesê 25 salî dê bigiha Eniya Nusra ya li Sûriyê. Wêne: TT

Kesekî 25 salî ku ji Swêdê berê xwe dabû Sûriyê, lê ji Tirkiyê hatibû vegerandin îro tê mahkemekirin.

Sekreterê komîteya neteweyî ya li hemberî tundûtûjiyê Amir Rostami dibêje ji aliyê qanûnî ve maneyeke vê ya sembolîk heye. 

Meseleya qanûnî ev e; Îsal di destpêka nîsanê de qanûn derket ku rêwîtiyên bi amanca sûcên terorî werine qedexe kirin. Kesê 25 salî yekem kes e ku di çarçoveya vê qanûnê de li Sollentuna derdikeve pêşberî dozger. 

Ev kes di meha nîsanê de bi gumana ku wê derbasî Sûrî bibe hate rawestandin û paşde ew şiyandine Swêdê. Gumana ku ew ji ber tê dadgeh kirin ew e ku hedefa wî ew bû li Sûriyê bigihe rêxistina islamî ya bi navê Cebhetul Nusra, ku baskê El Qaîde yê Sûriyê ye. 

Gumanbarê 25 salî berya niha li Swêdê ji ber karên çetewarî çend caran hatiye girtin. Niha jî derbarê doza dawî de ew li xwe mikur tê ku wî dixwest here Sûrî, lê dibêje hedefa wî bi çûnê ne tevlîbûna nav rêxistinên çekdarî, lê dayina alîkariya însanî bû. 

Di nav delîlên li hemberî kesê 25 salî de peyameke ku wî bi telefonê şiyandî heye. Wî nivîsandiye ku ew bi mebesta cîhadê wê biçe Sûriyê. Di bahola wî de herwiha êlekê parastinê hatiye dîtin. 

Li gor qanûna nû kesek ji ber vî sûcî herî zêde du salan dikare were girtin, lê Amir Rostami dibêje ya girîng mudaxelekirin e. 

– Li gor tecrûbeyên berê em dibînin ku gava mudaxele tê kirin rêwîtî tên taloqkirin. Mirov digihe ji xwe re bifikire, bi xeletiya xwe bihese. Lewra bi min tesîreke vê qanûnê wê hebe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".