Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji ber amadekariyên terorê 5 sal zindan

Hat weşandin torsdag 2 juni 2016 kl 15.19
Kar kiriye bombeyan çêbike
(1:14 min)
Terrormisstänkt 20 åring
Kesê 20 salî haziriya çêkrina bombeyê kiriye. Wêne: Johan Hallnäs/TT

Pênc sal cezayê zindanê li kesekî 20 salî ku ji ber amadekariya sûcên terorê dihate mehkemekirin hate birîn.

Li gor biryara dadgehê hatiye îspat kirin ku ji bo xweteqandinê haziriyên çêkirina bombeyê hatine kirin.

Mikael Swahn, endamê dadgeha destpêkî ye. Ew dibêje:

– Delîlên ku dozger pêşkeş kirin, digel propagandaya Daişê ya ku ji înternetê hatiye daxistin û tarîfnameyên bê bombe çawa têne çêkirin ji bo mehkûmkirina gumanbar kafî bûn.

Îsal sibatê dêûbavên xortê 20 salî çûne polîs û giliyê kurê xwe kirin ku ew bifikar in kurê wan xwe biteqîne. Berya hingî ew du caran çûbû Tirkiyê da ku bigihe Daişê û li vir, li Swêdê wî malzemeyên ji bo çêkirina bombeyan kirîbûn.

Kesê 20 salî di îfadeya xwe de digot ji bo meraqê wî malzeme kirîne, lê dadgehê bawerî pê neaniye û ceza lê biriye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".