Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hillevi Engström dikeve şûna Mona Sahlin de

Hat weşandin torsdag 2 juni 2016 kl 16.25
Wezîra berê dibe koordînatora nû
(0:48 min)
Hillevi Engström
Hillevi Engström di hikûmeta burjuva de wezîr bû. Wêne: MAJA SUSLIN / TT

Navê koordînatora neteweyî ya berlêgirtina şidetê ya nû Hillevi Engström e. Di dawiya havînê de ew dest bi wezîfeya xwe ya nû dike.

Enström di hikûmeta berê de ji partiya Moderatan demekê wezîrtiya bazara kar û piştre jî wezîrtiya alîkariyê kiriye.

Wezîfeya ku di 2014ê de bi Mona Sahlin dest pê kir di bin banê Wezareta Çandê de ye û heta destpêka 2018ê ye, lê hingî ew dikare were dirêj kirin.

Berya nêzîkê mehekê êvarnameya Expressenê derxist holê ku Mona Sahlin derbarê meaşê hin karmendan de belgeyên sexte nivîsandine û loma wê îstifa kiribû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".