Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Keya Izol

”Federasyon ji ber sûcên şer wê giliyê Tirkiyê bike!”

Hat weşandin fredag 3 juni 2016 kl 11.28
Hedefên birêvebiriya nû ya Federasyonê
(3:15 min)
Kurdiska Riksförbundets logga och dess ordförande Keya Izol
Keya Îzol serokê nû yê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) e.

Serokê nû yê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) Keya Îzol radigihîne ku ew ê hewl bidin li dadgehên navneteweyî dozê li Tirkiyê vekin.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê di meha gulanê de bi beşdariya komeleyên xwe yên seranserê Swêdê kongreya xwe li dar xist û birêvebiriyeke nû hilbijart. Keya Îzol weke serokê nû yê federasyonê hate hilbijartin. 

Di birêvebiriya nû ya federasyonê Roshena Magron weke sekreter, Berzan Koçkaya berpirsê aboriyê, Bilal Görgu, berpirsê projeyan û Anas Abdullah weke berpirsê karê perwerde û kulturî hatine hilbijartin. Seroka berê ya Federasyonê Sosin Guven dibe berpirsa karê derve û entegrasyonê.

Serokê nû Keya Îzol di destpêka avakirina Federasyonê de bi awayekî çalak cî girtiye û di salên 90 de demeke dirêj serokatiya federasyonê kiriye. Niha ew car din vedigere û wê du salan serokatiya federasyonê bike.

Îzol dide zanîn ku di van du salan de ew ê hewl bidin xaniyê Federasyonê ji Spånga bînin navenda Stockholmê, toreke ji kesayetên kurd yên di pozîsyonên girîng de ava bikin û dest bi xebatekê bikin da ku ji ber sûcên şer li dadgehên navneteweyî dozê li Tirkiyê vekin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".