Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Desteya Destûrî (KU):

Tu rexneyên mezin li siyaseta penaberiyê nabe

Hat weşandin tisdag 7 juni 2016 kl 09.39
Hikûmet bi xwe lêkolîneke bêalî dide destpêkirin
(1:53 min)
Några kvinnor med små barn kliver av tåget.
Kontrolkirina sînorên Swêdê bi Danîmarkayê re. Wêne: Stig-Ņke Jönsson/TT.

Lê deste dibîne ku gerek pirsa kontrola sînoran zûtir bihata çareserkirin.

Desteya Destûrî di parlamêntoyê de – Konstitutionsutskottet – tu rexneyên mezin li tevgera hikûmetê di dema krîza penaberiyê de nake. Lê li gor desteyê, dîsan jî pirsa kontrola sînoran dikarîbû zûtir bihata çareserkirin.

Di bihara derbasbûyî de Desteya Destûrî ya parlamêntoyê li ser 40 giliyên opozîsyonê li dijî hikûmetê sekiniye, gelek ji wan derbarê pirsa krîza penaberiyê. Gilî hem li dijî hikûmeta berê ya Hevbenda Burjuwa – Alliansenê – hem jî li dijî hikûmeta niha ya sorekesk in.

Di nava hatina evqas hejmarên mezin ên penaberan di payîza çû de, hevkariya hikûmetê bi dezgehên cuda re baş bû, li gor Desteya Destûrî, lê gelo heger biryar rast bûn û di dema xwe de hatin, deste nikare bibêje, ji ber ku bingeha li cem wan heye têr nake.

Di xalekê de, Desteya Destûrî dibêje ku gerek hikûmetê biryar zûtir bistanda, ew jî pirsa kontrola sînoran e. Li gor desteyê, hemû agahiyên lazim berî standina biryarê bi heftiyekê hebûn, ango hikûmetê dikarîbû ev biryar heftiyek zûtir bistanda.

Deste herweha rexneyekê rastî hikûmetê dike, ji ber ku pêwendiya di navbera hikûmetê û Daîreya Koçê, Migrationsverket, di nava heftiyên kirîzê de ne hat belgekirin.

Lê bi giştî, Desteya Destûrî ya parlamêntoyê tu rexneyên mezin ne li hikûmeta Alliansenê, ne jî li hikûmeta Stefan Löfvén nake.

Ji aliyê xwe ve hikûmet bi rêya wezîrê karûbarên hundir Anders Ygeman biryar dide ku bi xwe nirxandineke bêalî ya tevgera hikûmetê di payîza çû de bide destpêkirin. Armanca nirxandinê jî dê ew be, ku li tevger û berpirsiyariya hikûmet, wîlayet, şaredarî û dezgehên cuda û amadebûna wan bikole. Gerek ev lêkolîn di 28ê meha 2an sala 2017an de amade be, li gor agahiyên hikûmetê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".