Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dalkurdê dijberê xwe perçiqand

Hat weşandin tisdag 7 juni 2016 kl 12.32
Dalkurd niha di cihê 4em de ye
(0:57 min)
Dalkurd supportrar
Alîgirên Dalkurdê. Wêne: Privat

Li dijî Åtvidaberg, ku sala çû di dîvîsyona herî bilind (Allsvenskan) de dilîst.

”Dalkurd, tiştê hertim dike îro jî dubare kir; îcar Åtvidaberg di saha xwe da skoreke 5-0 pelixand, pişaft, kir pişêfk û berda” Ev gotina blogvanê kurd Zinarê Xamo bû, ku ev nivîs li ser Facebooka xwe belav kir, piştî ku Dalkurdê roja şemiya çûyî bi 5-0 li ser erda xwe li Borlänge zora Åtvidaberg bir.

Hêjayî gotinê ye ku Åtvidaberg sala çûyî di asta herî bilind a futbola swêdî, Allsvenskan, de dilîst, û Dalkurdê sala çûyî 2 dîvîsyon ji rikberên xwe kêmtir dilîst.

Di deqeya 15ê de Ahmed Awad bi şûteke xurt golê yekem bir. Paşê lîstikvanê nû yê têxim, Mirkan Aydin 3 gol kirin.

Niha taximê Dalkurdê di cihê 4em di Superettanê de ye, ferqa di navbera têxim û xwediyê cihê yekem Halmstad, 6 poan in. Piştî 11 lîstikan, niha 19 poanên Dalkurdê hene.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".