Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i Skogsbo och räddningsledaren uppmanar alla som befinner sig i området att gå inomhus och stänga dörrar, fönster och ventilation. För mer information lyssna på Sveriges Radio P4 Dalarna.
(Publicerat idag kl 17.31)
Penaberî

Têldirî dê penaxwazan bisekinînin

Hat weşandin tisdag 7 juni 2016 kl 13.43
Têlên bi stirî li termînala keştiyan a Helsingörê tên danîn
(0:50 min)
The Öresund bridge joins the Danish capital with the Swedish city of Malmö. Photo: Erland Vinberg/TT
Pira Öresund a di navbera Swêdê û Danîmarkayê Wêne: Erland Vinberg/TT

Heta niha 8 kesan hewl dane xwe li bin kamyonan bigihînin Swêdê.

Heta niha 8 kesan di 4 carên cuda de hewl dane ji Danîmarkayê derbasî Swêdê bibin, xwe li bin kamyonan daliqandine yan jî di kamyonan bi xwe de bûne. Niha têlên bi stirî yên bilind li termînala keştiyan li Helsingöra Danîmarkayê hatine danîn, ji bo ku ev yek were sekinandin, li gor buroya nûçeyan News Öresund.

Di raporekê de ku wezareta edaletê li Danîmarkayê ji desteya hiqûqî ya parlamêntoyê re şandiye, tê dîtin ku 4 hewldanên cuda di meha 4an de hatine kirin, ku penaxwaz rêya kamyonan girtiye ji bo derbasî Swêdê bibin. Ji bilî wilo, polîsên swêdî radigihîne ku di eynî mehê de 2 kes hatin girtin, ji ber ku wan xwe li bin kamyonan daliqandibûn ji bo derbasî Swêdê bibin, û du kesên din ku bi eynî şêweyî derbasî Swêdê bûn, filitîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".