Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Cengiz Çandar: Tirkî di riyeke faşîzane de ye!

Hat weşandin tisdag 7 juni 2016 kl 17.25
"Fuhrerê almanî, dûçeyê îtalî hebû, yê me jî 'reîs' heye".
(6:18 min)
Cengiz Candar
Cengiz Çandar lêkolîna xwe wê li Zanîngeha Stockholmê bike. Wêne: Besir Kavak, Sveriges Radio

Danûstandinên navbera Tirkî û kurdan çima bi ser neketin? Pêvajoyên aştiyê çima dirûxin? Cengîz Çandar wê li Swêdê li bersiva van pirsan bigere.

Rojnamevanê tirk yê navdar Cengîz Çandar ji bo lêkolînekê ev çend heftî ne li Enstîtuya Tirkî ya Zanîngeha Stockholmê ye û xuya ye wê hêj demekê li vira bimîne. Gava em ji bo hevpeyvînê diçine serdana wî ew bi kurdî dest bi sohbetê dike.

Min bihîstibû ku Cengîz Çandar hinekî kurdî dizane, lê ewa ku ewqasî fam dike û dikare hevokan saz bike, min texmîn nekiribû.

Ji bo kesekî mîna Cengîz Çandar hînbûna kurdî bi rastî gereke ne tiştekî ecêb, lê normal be. Ji ber ku ew li Tirkiyê weke yek ji pisporên sereke yê Rojhilata Navîn tê nirxandin. Bi dehsalan e têkiliyên wî yên nêzîk hem bi gelê kurd re, hem jî bi rêxistin û serokên kurd yên beşên cuda re heye. Tevgerên li Rojhilata Navîn û nemaze yên kurd ew ji nêzîk ve dişopîne û xwe weke dostekî kurd dibîne.

Cengîz Çandar di salên 1990î de şêwirmendê serokkomarê wê demê Turgut Özal bû. Kesê ku peyama Özal hingî gihande serokê PKKê Abdullah Öcalan jî ew bû. Lê niha ew rexneyên tûj li desthilatdariya Tirkî ya îro dike û behsa pêşveçûneke faşîzan dike.

– Li Tirkiyê cudahiya di navbera hêzan de ku hîmê demokrasiyê ye nayê hiştin, kesek hemû benan digre destê xwe. Ev pêşveçûna li Tirkiyê pêşveçûneke faşîzane ya cidî ye û dişibe Almanya 1930. Fuhrerê almanî, dûçeyê îtalî hebû. Yê me jî ”reîs” e. Desthilatdariya yekkesî ye û ew kes jî Erodgan e.

Di vê pêvajoya ku Tirkî ketiyê de Çandar dibêje erê berpirsiyariya sereke ya me ye, lê li gor wî Yekîtiya Ewrûpa jî roleke neyênî dîtiye.

Ji ber pirsgirêka koçberan YE xwe pir muhtacê Tirkiyê û Erdogan hîs kir. Wiha hate xuya kirin ku ew ê zêde behsa giringiya nirxên demokrasiyê nekin. Vê desthilatdariya Tirkiyê di binpêkirinên mafê mirovan, demokrasî û mafê çapemeniyê de pir rehet kir. YE bi vêya destê Erdogan xurt kir. Niha ewrûpî ji nû şiyar dibin.

Me got li Tirkî gava mirov behsa siyaseta derve û bi taybetî Rojhilata Navîn dike rojnamevanê pêşî mirov lê difikire Cengîz Çandar e. Heta berya çend mehan nivîsên wî di gelek rojnameyên tirk û navneteweyî de derdiketin, lê di rewşa îro de ew dibêje mecala ku ew li Tirkiyê êdî rojnamegeriyê bike nemaye.

– Îmkana ku em li Tirkiyê rojnamevaniyê bikin nemaye. Rojnameya me girtin. Her kesê li Tirkiyê destên wan qelemê digre, çavên wan dibîne, deng ji xwe dertîne, xwedî mêjî û wijdan e, doz li wan tê vekirin. Loma serokkomar Recep Tayip Erdogan bi hînceta ku min heqaret lê kiriye ez jî dame mehkemê.

Û di demeke wiha tarî de ji Enstîtuya Tirkî ya girêdayî Zanîngeha Stockholmê teklîfek ji Cengîz Çandar re diçe ku ew li ser danûstandinên aştiyê yên derheqê pirsgirêka kurdî de li Tirkiyê lêkolînekê bike. Binêre bê danûstandin çawa dihatine meşandin, bê ew çima bi ser neketin. Ew dibêje ji xwe wî jî dixwest xebateke wisa berfireh bike û lewra hatiye Swêdê. 

Li ser pirsa me ya bê heta kengî ew ê li vira be Çandar dibêje wezîfe heta payîzê ye, lê dibe ku ew bêhtir li vira bimîne.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".