Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Schlyter û Mutt hatin dûrxistin, Amin dest ji wezîfeyê berda

Hat weşandin onsdag 8 juni 2016 kl 10.49
Guhertinên di Partiya Jîngehê de
(6:19 min)

Partiya Jîngehê Carl Schlyter ji berpirsiyariya desteya YE û Valter Mutt ji berpirsiyariya siyaseta derve dûr xist. Jabar Amin û Annika Lillemets jî weke protesto dest ji wezîfeyên xwe berdan.

Carl Schylter serokatiya partiya xwe rexne dike û dibêje asta rexnekirinê tê daxistin û di şûna wefadariya bi hilbijêran re ya bi hikûmetê re pêşker kirin. 

Valter Mutt jî di rojnameya DN de rexneyê li hevserokên partiya xwe dike û dibêje:

– Divê behsa siya Isabella Lövin neyê kirin, lê di vê kultura bêdengkirinê de rola Gustav Fridolin mezin e.

Derbarê rexneyan de seroka grûpa partiyê Maria Ferm radigihîne ku divê gotûbêj di nav partiyê de hebin lê weke şirîkên hikûmetê gereke ew herwiha bi berpirsiyariya siyasî tev bigerin.  

Bi dûrxistina Schlyter û Mutt re duh herwiha Jabar Amin diyar kir ku ew dest ji wezîfeya xwe ya berpirsê siyaseta perwerdeyê yê partiyê û Annika Lillemets jî dest ji wezîfeya xwe ya berpirsa siyaseta perwerdeya gelî ber didin. 

Lê tevahiya siyasetmedaran di partiya xwe de û weke parlamenter dimînin.

Partiya Jîngehê wezîfeya Schlyter da hevseroka berê Åsa Romson û Pernilla Stålhammar dikeve ciyê Valter Mutt de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".