Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i Domsjö fabiker i Hörnettområdet med kraftig rökutveckling som följd.
(Publicerat idag kl 15.15)
ئاگاداری! لە فابریکەکانی دومخۆ لە کۆمۆنی ئۆنخۆلدسڤیک ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە.

”Bi rastî temenê min 20 e, lê min gotiye ez 18 im”

Hat weşandin onsdag 8 juni 2016 kl 12.15
Diyarkirina temen
(2:31 min)
Ensamkommande
Di van salên dawî de ser 40 000 kes bi tena serê xwe weke zarok hatine Swêdê. Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Di raporeke navxweyî ya Daîreya Koçê de diyar dibe ku her kesek li gor xwe temenê kesên bi serê xwe tên Swêdê dinirxîne.

Daîreya Koçê di nav karmendên xwe yên li Malmö, Stockholm û Göteborg de lêkolînek kiriye û meyizandiye bê ew temenê penaxwazên bi serê xwe têne Swêdê çawa diyar dikin. Encama raporê nîşan dide ku nirxandin dimîne ser mirov û siûda xwe. Li gor bê kî li encamên temen dinêre nirxandin tê guhertin. 

Di van salên dawî de ser 40 000 kes bi tena serê xwe weke zarok hatine Swêdê. Û piraniya van kesan gava tên tu nasname bi wan re nînin. Gava mirov bin 18 salî re be saziyên resmî bêhtir li mirov xwedî derdikevin, mirov dişînin dibistanê û şensê ku mirov mafê rûniştinê bistîne zêde dibe. Di heman demê de ev tê wê wateyê ku mesrefa wan jî bilindtir e. Mesrefa kesekî bin 18 salî re salê 600 000 kron zêdetir ji yekî salmezin e. 

Nûçeyên Radyoya Swêdê Ekot bi çend kesan re peyiviye ku li xwe mikur tên û dibêjin ji bo ku mafê rûniştinê bistînin wan temenê xwe rast negotine. Ji salên xwe biçûktir xwe nîşan dane. 

Kesekî ku em jê re dibêjin Dawid dibêje:

– Bi rastî ez 20 salî me, lê li vir 18im. Eger ew zanibin ku ez 20 mezin im wê min bişînin. Em mecbûr in li pêşeroja xwe bifikir in û lewra mirov gava serî lê dide xwe weke 18 diqedimîne.

Mikael Ribbenvik ji Daîreya Koçê vê weke pirsgirêkeke mezin dinirxîne û dibêje li dewletên ku fîlmê van kesan girtin, ango ew röntgen kirin kêmtir kes di bin navê temenê biçûk de çûn. Weke Brîtanya û Norvêc, lê li Swêdê ku ev kontrolên berfireh nekirin hejmar bilind bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".