Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dilşa Demirbag-Sten xelata çalakvaniyê distîne

Hat weşandin onsdag 8 juni 2016 kl 15.38
Xelata Oscar Hirsch
(0:53 min)
Dilsa Demirbag-Sten
Dilşa Demirbag-Sten birêvebira saziya perwerdeyê Berättarministeriet e. Wêne: Karl Gabor

Weqfa Bîranîna Oscar Hirsch xelata salê ya çalakvaniyê dide Dilşa Demirbag-Sten û Johan Wendt.

Berpirsa saziya bi navê Berättarministeriet Dilşa Demirbag-Sten ji ber xebatên xwe yên civakî xelatê werdigre. Demirbag xelatê bi avakirê Mattecentrum Johan Wendt re dabeş dike. 

Saziya ku Dilşa Demirbag-Sten birêvebiriya wê dike alîkariya zimên û nivîsandinê û ya Johan Wendt alîkariya matematîkê dide zarok û ciwanên li herêmên mîna Södertälje, Järva û Hagsätra. 

Weqfa Oscar Hirsch di 1933ê de ji aliyê Oscar Hirsch ve hatiye ava kirin û alîkariyê dide perwerdeya zarokên li Stockholmê. Xelat bi giştî ji mîlyonek kron pêk tê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".