Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Säpo dixwaze alîgirên Daişê qeyd bike

Hat weşandin torsdag 9 juni 2016 kl 09.58
Derheqê alîgirên Daişê de gelek îstixbarat ji Säpo re diçin
(1:29 min)
Säkerhetspolisen
Wêne: Tomas Oneborg/SvD/TT

Polîsê ewlekariyê, Säpo dixwaze alîgirên rêxistinên terorê qeyd bike û daxwazname şiyandiye ji dezgeha Çavdêriya Agahiyan re. Lê li gor qanûna Swêdê qeydkirina fikrê şexsan qedexe ye.

Ne eşkere ye bê Säpo karê xwe yê dijterorî tam bi çi rengî dike, lê tişta tê dîtin ew e ku Säpo bêhtir giraniyê dide vê yekê. Ji budçeya Säpo ya mîlyarek kron %34 diçe ji xebatên dijî terorê re. Carê ev hejmar %28 bû. 

Bi vê re girêdayî cara pêşî ye Säpo ji dezgeha Çavdêriya Agahiyan (Datainspektionen) destûra qeydkirina fikrê însanan dixwaze. Ew dixwaze zanibe bê sempatiyên xelkê li kîjan alî ne. Vê zanyariyê rojnameya Svenska Dagbladet eşkere dike. 

Şefê çapemeniyê yê Säpo Sirpa Franzén ji rojnameyê re dibêje derheqê alîgirên Daişê de gelek îstixbarat ji Säpo re diçin û ew dixwazin bikaribin van navan qeyd bikin. Säpo hewiha dixwaze sîstema Daîreya Koçê ya penaberan jî jê re vekirî be. 

Lê pirs ev e; gelo li gor qanûna Swêdê destûr heye sempatiya xelkê were qeyd kirin? Ev pirs ji dezgeha Çavdêriya Agahiyan re hatiye şiyandin û rayedarên dezgehê didine zanîn ku niha ew lê dinêrin bê ev îmkan çiqas heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".