Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Axêverên havînê di P1 de îro eşkere dibin

Hat weşandin torsdag 9 juni 2016 kl 10.36
Salên berê gelek kurd hebûne
(1:17 min)
Axêverên havînê.

Yek ji programên herî jêhezkirî di Swêdê de, ku ev bi dehên salan in weke tradîsyon lê tê guhdarîkirin.

Îro axêverên havînê di P1 de, ku bi swêdî jê re dibêjin Sommar i P1, tên pêşkêşkirin. Sommar i P1 yek ji programên herî mezin û jêhezkirî di Swêdê de ye. Di wir de kesên bi paşbingehên cuda li Swêdê ji bo axavtina programekê bi xwe tên hilbijartin, ew dikarin serokwezîrê berê bin, stiranbêj, nivîskar, şanoger, werzişvan, şagirt, rojnameger, komîdiyen, fîlmçêker, profesor yan jî çi karekî din be.

Ev kesên ku tên hilbijartin bi şêweyekî mohra xwe li civak û gotûbêjên li Swêdê xistiye, û di programa xwe de hildibijêrin bê ew li ser jiyana xwe, karê xwe yan jî mijareke elaqetdarê jiyana standard a swêdiyan, dê biaxivin.

Ji nav kesên ku axêverên havînê bûne, bi dehan swêdiyên bi eslê xwe kurd hebûne, bo nimûne nivîskar Mustafa Can, komîdyen û şanoger Özz Nûjen, nivîskar Dilşa Demirbag-Sten, nivîskar Arkan Asaad û gelek kesên din bi esil kurd.

Programa herî pêşî ya vê salê 25ê meha 6an dest pê dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".