Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qaçaxiya alkolê di medyayên civakî de tê kirin

Hat weşandin torsdag 9 juni 2016 kl 11.50
Qacaxiya ser medyayên civakî
(1:11 min)
söka på vodka på Instagaram
Kirîna alkolê bi telfonê hêsan, lê qaçax e Wêne: Teresa Kristoffersson

Polîs dide zanîn ku kirîn û firotina alkolê ya qaçax di medyayên civakî yên mîna Instagramê de her ku diçe zêdetir dibe.

Marcus xwendekarekî lîseyê ye. Ew dibêje peydakirina alkolê bi riya malperên di medyayên civakî de pir hêsan e. Û malperên wiha pir in. Mirov weke nimûne vodka dinivîse, gelek anonsên bi telefon derdikevin, mirov li wan digere û alkolê peyda dike, bêyî ku kesek li temen bipirse. 

Polîsê herêma Stockholmê dide zanîn ku firotina alkolê bi vî rengî di van salên dawî de zêdetir bûye. Cîgira şefê polîsên Stockholmê Elisabeth Arnestad dibêje herçend firotina alkola ser medyayên civakî qedexeye jî îmkanê polîs yê ku zêde li ser bisekine û bişopîne nîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".