Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sara Mohammad û Sakine Madon axêverên havînê ne

Hat weşandin torsdag 9 juni 2016 kl 13.01
Sakine Madon û Sara Mohammad.
Sakine Madon û Sara Mohammad. Wêne: Elisabeth Ohlson Wallin & Claudio Bresciani.

Yek ji wan li dijî tahdeya şerefê kar dike, ya din twittervana herî bibandor di Swêdê de ye.

Di nav axêverên havînê, Sommar i P1, yên vê salê de du jinên bi esilê xwe kurd beşdar dibin.

Sara Mohammad a ku  li Silêmaniya başûrê Kurdistanê ji dayik bûye, dê yek ji wan be. Ya din Sakine Madon e, ku 1980 li Adana li Tirkiyeyê ji dayik bûye.

Sara Mohammad damezrêner û birêvebira rêkxistina ”Pela û Fadime ji bîr nekin!” e, bi swêdî weke ”GAPF- Glöm Aldrig Pela och Fadime” tê naskirin. Ev rêkxistin bi serokatiya Sara, li dijî tahde û zordariya di bin navê şerefê de kar dike. Ji ber vê yekê Sara Mohammad tûşî gelek gefxwarin û tehdîdan bûye. Di pêşkêşkirina wê de wisa tê nivîsîn: ”Birayê wê lê xist û ew tehdîd kir ku wê bikuje, ji ber ku wê ne xwest bi zilamekî ne bi dilê xwe re bizewice. Ew 17 salî bû dema ji cem malbata xwe reviya. Ew li dijî dibistanên dînî ye, û dixwaze lixwekirina hîcabê ji bo zarokan qedexe bike.

Ew bi xwe ji Radyoya Swêdê re dibêje:

- ”Kuştina te ji min re weke qedehek avê ye”, ji ber ku min ne xwest ez zilamekî ne bi dilê xwe bikim, birayê min wisa ji min re got. Ji wê rojê ve min danî ber çavên xwe ku ezê li dijî zewicandina bi zorê û tahdeya di bin navê şerefê de kar bikim. Di vê programê de ezê behsa rêwîtiya jiyana xwe ji we re bikim, jiyana ku li gor min, gerek azadî û hezkirin tê de guman tune bin.

Jina din ku dê programekê di Sommar i P1 de pêşkêş bike, nivîskar û siyasetnas Sakine Madon a 36 salî ye, ku berî demeke kurt weke redaktora rojnameya Vermlands Läns Tidning hate tayînkirin. Berî niha ew redaktora rojnameya Norran bûye, û ew carê weke nivîskareke serbixwe nivîsan di êvarenameya mezin Expressenê de gotarên derbarê gotûbêjên aktuel li Swêdê dinivîse.

Di 2015an de Sakine Madon weke twitervana herî bibandor di Swêdê de hate destnîşankirin. Di nava salên 2004 û 2006ê de ew endama serkêşiya rêkxistina ciwanan a Partiya Gel, Folkpartiet, ku niha navê partiyê bûye Partiya Lîberalan, Liberalerna, bû. Navê rêkxistina ciwanan jî bi swêdî Liberala Ungdomsförbundet e.

Sakine Madon keça du penaberan e, diya wê tirk, bavê wê kurd e. Dê û bavê wê di 1985an de hatin Swêdê.

Wê berê futbol lîstiye û hakima futbolê jî bûye. 

Ji bo Radyoya Swêdê Sakine dibêje:

- ”Ezê di programa xwe de behsa penaberiyê, siyasetê, medyayê û resam Lars Vilks bikim. Gerek çepgirên medyayê guhên xwe baş bidin programa min”.

Hêjayî gotinê ye ku ev cara yekem e ku hem Sara Mohammad û hem jî Sakine Madon di programa Radyoya Swêdê ya Sommar i P1 de beşdar dibin. Programa Sakine Madon roja înê 15ê meha 7an, û ya Sara Mohammad îna 22ê meha 7an tên weşandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".