Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Kondîsyona xerab temen kin dike

Hat weşandin fredag 19 augusti 2016 kl 15.44
"Piştî cixarevexwarinê tişta herî xerab ku me dît kondîsyon bû"
(1:32 min)
TV-spel, motionerande och hambergerätare
Rûniştina zêde û xwarina bilez xerab e, bez û heraket baş in. Wêne: TT

Kondîsyona xerab ji tansîyon û kolesterola bilind zêdetir zirarê dide mirovan. Ev encama lêkolîneke berfireh li Zanîngeha Götebrog e.

Lêkolînerê akademiya Sahlgrenska li Göteborg, Per Ladenvall dibêje:

– Piştî cixarevexwarinê tişta herî xerab ku me dît kondîsyon bû û vê encamê em matmayî kirin.

Ev encamku Ladenvall behs dike xwe dispêre lêkolîneke ku 45 salan dewam kiriye. Di 1967ê de li ser 800 kesên di yek temenî de dest pê kiriye û di 2012ê de bi dawî bûye.

--Me dît ku di nav van salan de yên ku kondîsyona wan xerab ji yên din zûtir miribûn.

Berya niha jî dihade zanîn ku kondîsyona xerab dibe sebeba mirina zûtir, lê li gor Per Ladenvall tişta nû û ku nedihate zanîn niha ew e ku ew hem ji kolesterola bilind hem jî tansiyonê bilind xerabtir e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".