Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Papa serdana Swêdê dike

Publicerat tisdag 30 augusti 2016 kl 10.01
Polisan ewlekariya serdana papa analîz dikin.
(1:19 min)
.
Foto: Henrik Montgomery / TT

Serokê rûhanî yê mesihiyan Papa Franciskus wê serdana Swêdê bike û 2 rojan li Lund û Malmöyê bimîne.

Papa di serdana xwe de ku rastî 500emîn salvegera dêra Martîn Luther tê, hewl dide bawermendên protestan û katolîkan nêzîkê hev bike.

Ji ber serdana Papa niha polîsên Swêdê, xwe ji bo hemû şert û mercan amade dikin. Di destê şefê polîsan Mats Karlsson de derbarê serdanê de lîsteyek dirêj hebû.

Karlson diyar kir ku ew her rewşî analîz kirine û hemû senaryoyan ji ber çavan derbas kirine û got; wê ev serdan bandorek mezin çêbike.

--Wê mîna mihrîcana bajarê Lundê be. Wê trafîk ji hatin û çûyîna erebeyan re were girtin. Wê rojê heta çûyîna merkeza Lundê wê çend saet derbas bin.

Mats Karlsson di axaftina xwe de hejmara polîsên erkdar eşkere nekir.

Hêjayê gotinê ye, dema Papa di serê salê de çûbû bajarê Krakow a Polonyayê milyonek kes çûbûn serdana wir.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".