Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kêmasiyên mezin ên berpisyarên enstîtuya Karolînskayê

Publicerat måndag 5 september 2016 kl 13.40
Berpirsyarên Karolînskayê guh nedane rexneyan
(2:49 min)
Bi daxuyaniyek di derbarê cerah Paolo Macchiarini de biryarên nû tên dayîn
Li enstîtuya Karolînskayê bersiva rexneyan tê dayîn Foto: Fredrik Sandberg/TT

Îro nîvro li ser îddîayên ku di ameliyatên Macchiarini de 2 kes mirine û zirarek mezin li kesekî hatiye kirin de, raporek hate belavkirin.

Di destpêka daxuyaniya raporê de lêkolîner Sten Heckschers axivî û agahiyên gelek balkêş dan û got:

– Ez, şefê polîsan û wezîrê sanayiyê, em her sê, bi hev re me li ser berpirsyariya bûyerên Karolînskayê lêkolîn pêkanî. Di vê pêvajoyê de me dît ku ji destpêkê ve bûyerên li Karolînskayê de qewimîne, ne di xema kesî de bûye.

Sten Heckschers bi bîr xist ku dema Macchiarini dest bi kar kiriye, ji alî rêvebirên enstîtuyê ve lêkolînek derbarê paşeroja Macchiarini hatiye kirin.

--Rêvebirên nexweşxaneyên Îtalî ku berê Macchiarini lê kar kiribû derbarê Macchiarini de agahiyên negatîf dane enstîtuyê û gotine ku Macchiairini li gorî serê xwe tevdigere û guhdariya kesî nake. Li ser vê jî li Karolînskayê karê Macchiarini nehatiye şopandin û rexneyên li wî hatine kirin, cidî nehatine girtin.

Hate zanîn ku 4 profesorên Swêdê li ser xebatên Macchiarini gilî kirine ku Macchiarini bi awayek şaş ameliyatan dike û makaleyên wî yên hatine weşandin dûrî zanistê ne.

Li gorî ku agahiyên parêzer Sten Heckscher belav dike, tê dîtin ku berpirsyarên enstîtuya Karolînskayê guhê xwe ji rexneyan re kerr dikin û Macchiarini xebata xwe dewam dike.

Wekî tê zanîn li ser vê raporê serokê Enstîtuya Karolînskayê hefta borî ji wezîfa xwe îstîfa kiribû.

Li ser îstîfakirina Lars Leijonborg jî Heckscher da zanîn ku ev yek ciyê xemgîniyê ye. Ew dikare careke din ji bo baweriya navê xwe dest bi xebatan bike. Ji bo çareseriya meslê îstîfakirina wî rêyek baş nîn e.

Alîgira serokê enstîtuya Karolînskayê Karîn Dahlman-Wright jî diyar kir ku bi xebatên Macchiarini re xisarek mezin li enstîtuyê ketiye û got; em ji ber bûyerên ku qewimî ne, gelek xemgîn in.

Wezîra perwerdehiya bilind Helena Hellmark Knutsson jî destnîşan kir ku ew jî dest bi jêpirsînê kirine û got; em dikarin bêjin ku li holê skandalek heye. Ev bûyerek mezin e û di dilê mirovan de rê li ber tirsê vekiriye.

Hejayê gotinê ye Paolo Macchiarini wekî doktorekî profesor di sala 2010an de li Enstîtuya Karolînskayê dest bi xebatê kir. Wê demê rêvebirên Karolînskayê ji ber hatina Macchiarini gelekî kêfxweş bûbûn. Û îro gelek rexne ji gelek derdoran heye ku enstîtuyekê weke enstîtuya Karolînskayê ku xelatên Nobelê belav dike şaşiyek ewqas mezin dike û xebata kontrolkirinê de jî ewqasî qels tevdigere.

  

 

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".