Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Bankaya Navendî wê dest nede rêjeya faîzan

Publicerat onsdag 7 september 2016 kl 11.09
Rêjeya Faîzan
Bankaya Navendî ya Swêdê wê dest nede rêjeya faîzan Foto: Fredrik Sandberg/TT

Îro Bankaya Navendî ya Swêdê (Riksbank) bi daxuyaniyek nivîskî derbarê enflasyon û aboriya Swêdê de agahî bi raya giştî re parve kir.

Li gorî vê bankaya Navendî wê destê xwe nede rêjeya faîzan. Rêjeya faîzan wê wekî xwe bimîne ku ev jî ji sedî 0.50 ye.

Bankaya navendî analîza ku hatine kirin li gorî bendevariyan bûne. Tevî ku di havînê de li gorî ku enflasyon gelek zêde bilind dibe, hedefa ji sedî 2 ya enflasyonê gelek dûr e.

Bilindbûna enflasyonê bihêzbûna aboriya Swêdê ye. Hîn jî gûmanên mezin li ser kar û xebatan hene. Aboriya aktîv a roja me û enflasyon ji meha temûzê ve ye neguheriye. Ji bo bilindbûna enflasyonê were parastin, divê polîtîkaya pêşverbirina pereyan were xurtkirin.

Di dawiyê de jî hate diyar kir ku wê stendina tehwîlên bi desteka dewletê wê di dewra duyemîn a 2016an de jî dewam bike

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".