Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêd li dijî xeta gazê ya Rûsyayê ye

Hat weşandin torsdag 8 september 2016 kl 15.20
Daxwaznameya Rûsyayê heftiya bê tê ber hikûmeta Swêd
(1:24 min)
.
Li parlamentoyê gotûbêja li ser projeya Nordstream 2 hebû Wêne: Markus Dahlberg / TT

Rûsya di bin deryaya Baltikî de plan dike ku xetek gazê çêke. Ev xet ne bi dilê Swêdê ye lê wê nikaribe rawestîne.

Hefteya bê hikumeta Swêdê li ser daxwazanameya çêkirina xeta gazê ya Rûsyayê digihîje hev.

Lê îro li parlamentoya Swêdê nîqaşa çêkirina projeya Rûsî ku wê lûleyên gazê çêke hebû.

Wezîra derve ya Swêdê Margot Wallströms diyar kir ku ev proje ne li gorî dilê wan e ku Rûsya di bin deryaya Baltikî de lûleyên gazê avabike. Lê diyar jî kir ku ti bingehên dadî nîn in ku vê projeyê bidin sekinandin.

Tenê xala ku Swêd dikare weke astengî bide pêş av û hewayê ye. Lê Walstrom dibêje wê Rûsya qaîdeyên Ewrûpayê bi cîh bîne.

Parlementerê Demokratên Xiristiyan (KD) Mikael Oscarsson li dijî çêkirina lûleyên gazê derket û got; di qada navneteweyî de nehiştina pêkanîna vê projeyê mimkun e.

Ev gotinên Oscarsson ji alî Walstrom ve weke îddîayên pûç û pitepitkirinê hatin binavkirin.

Bi vê projeyê Rûsya dixwaze gaza xwe ya xwezayî bi rêyeke kin û zû derbasî ewrûpayê bike û bifroşe.

Hêjayê gotinê ye projeya Nord Stream 1 bi heman armancî hatibû çêkirin, ji Rûsya heta bi Almanyayê ye. Nordstream 2 tê plankirin ku piştî 2 salan destpêbike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".