Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Selahattin Demirtaş

"Gereke Ewrûpa mîna hêzeke stratejîk li kurdan binêre!"

Hat weşandin fredag 9 september 2016 kl 20.25
Demirtaş: Hêviya min ew e kurdên Ewrûpa bi hev re bi tifaq bin.
(7:33 min)
Selahattin Demirtas, HDPs ledare
Hevserokê Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş Wêne: Besir Kavak, Sveriges Radio

Ya herî maqûl ew e ku Ewrûpa bi çavê hêzeke girîng ya stratejîk êdî li kurdan binêre. Ev gotinên hevserokê HDP Selahattin Demirtaş in ku niha li Swêdê ye.

Hevserokê Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ji bo pêkanîna hin hevdîtinên bi siyasetvanên Swêdê re û herwiha ji bo ku tevlî festîvala çandê ya kurd bibe li Stockholmê ye. Me îro hevdîtinek pê re kir. 

Hevdîtina me ya bi Selahattin Demirtaş re li parlemana Swêdê pêk hat. Demirtaş bi xwe kurdekî dimilî ye. Lê ji ber ku ne dimilî (zazakiya) min têra hevpeyvînekê dike û ne jî kurmanciya Demirtaş têrê dike em piştî xweşbêşiya destpêkê ya bi kurmancî mecbûr derbasî zimanê tirkî dibin. Û bi rewşa dawî ya piştî hewldana darbeya leşkerî ya li Tirkiyê em dest bi hevpeyvînê dikin.

Demirtaş behsa zordariyên mîna girtin, jikaravêtin, bajarên hatine wêran kirin, dozên hatine vekirin dike û dibêje:

– Baş bû ku darbeya leşkerî bi ser neket. Lê Erdogan bi mebesta jiholêrakirina kurdan bahaneya darbeyê bi kar tîne û darbeya xwe dike. Erdogan dixwaze dewlet û meqamên resmî ji her kesê ne weke xwe paqij bike. Ji yên xwe pê ve kesekî nehêle. 

SEBEBÊN KETINA CEREBLÛS Û ÊRÎŞA ROJAVA
Peşkên vê xeta siyasî ya Tirkiyê ku Demirtaş behs dike vê dawiyê bi awayekî eşkere derbasî derveyî sînorên Tirkiyê jî tê dîtin. Berya demekê leşkerên Tirkî ketine hin bajarên li bakurê Sûriyê û ji aliyê Tirkî êrîş li ser rojavayê Kurdistanê hene. Li gor hevserokê HDP hemû amanc û tevgera desthilatdariya Tirkî lawazkirina kurd e.

– Bi çavê dijmin nêzîkê kurdan dibin. Hem kurdên li Tirkiyê hem yên beşên din li gor mentalîteya vê dewletê divê nebe xwedan statuyek. Erdoganê ku Tirkî wergeriyandiye dîtatoriyekê, ji bo pêkanîna vê siyaseta xwe ya nijadperest stûnên demokrasiyê ji holê rakirine.

ROLA MECLÎSA TIRKÎ
Di hilbijartinên par yên Tirkiyê de Partiya Demokrasiya Gelan HDPê benda hilbijartinê ya ji %10 derbas kiribû û bi 59 parlamenteran bûbû partiya sêyem ya herî mezin di meclîsa Tirkiyê de. Lê ji meclîsê tu nûçeyên xêrê zêde nayêne bihîstin. Çima?

– Halê hazir meclîsa tirkî mîna komîsyoneke Tayyip Erdogan kar dike. Gava ew dixwaze vedibe û tê girtin. Tenê qanûnên li gor dilê wî derdikevin. Yanî halê hazir em nikarin behsa sîstemeke meclisî li Tirkiyê bikin. Demokrasiya ku li Tirkiyê ji berê de kulek bû bi temamî hatiye rawestandin. 

Li ser pirsa me ya ku HDP jî di meclîseke wiha de ye Demirtaş dibêje:

– Belê, em hewl didin baweriya bi sîstema meclîsî li ser piyan bihêlin, di wir de têkoşîna xwe berdewam bikin. Û biryareke me ya ku em ji parlamento xwe vekişînin nîne. Digel hemû dijwariyan jî meclîs ne tenê mala AK Partiyê ye. Gelê me bi bedelê mezin em şandine wir û tu neyta me ya ku em vê destkeftiyê teslîmî AK Partiyê bikin nîne. 

"EM Ê QADA TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN"
Hevserokê HDPê wêneyekî tarî radixe ber çavan.Ew jî di nav de li hember birêvebir û endamên partiyê cezayên giran têne xwestin. Herî dawî duh cîgirê Demirtaş ji aliyê polîsan ve li mala xwe hate girtin û Demirtaş dibêje xetera ku bi heman awayî me jî bigrin mezin e. 

Di nîvê salên 90 de jî zordariyên dijwar derketibûn û çendîn parlamenterên kurd hatibûne girtin. Û hingî hejmarek parlamenter û siyasetvanên kurd jî welat terikandibûn, xwe li Ewrûpa girtibûn. Lê Demirtaş dibêje weke HDP wan biryar girtine ku ew dev ji qada têkoşînê, ango welêt bernedin.

BILA EWRÛPA TEDBÎRAN BIGRE
Û ji bo ku berê vê pêşveçûna xerab ya ku her xwîn dirije were birîn, bi raya Demirtaş hin tiştên ku Ewrûpa dikare bike hene. Di hevdîtinên bi rayedarên Ewrûpa re jî daxwazên têne kirin ev in:

– Ewrûpa bi pirsên demokrasî û mafê mirovan yên Tirkiyê ve serê xwe diêşine û gereke jî wisa be. Lê gereke Ewrûpa roleke aktîftir bigre ser xwe. Tirkî sûcên mezin yên însanî dike. Çendîn bajar hatine wêran kirin. Gava ku Tirkî guh neda rexneyan pêwist e Ewrûpa di çarçoveya qanûnên xwe de serî li hin tedbîran bide. Herçend em ne alîgirên qutbûna têkiliyên navbera Tirkî û Ewrûpa ne, lê Ewrûpa bi qasî pêwiste reaksîyon nîşan nedaye û li hemberî Tirkî gerek Ewrûpa bikaribe dest bi nîqaşa tedbîran bike. 

BILA EWRÛPA MÎNA HÊZEKE STRATEJÎK LI KURDAN BINÊRE
Selahattin Demirtaş herwiha dibêje ew dixwaze Yekîtiya Ewrûpa di helwesta xwe ya hemberî kurdan de jî êdî siyaseta xwe berçav re derbas bike û bi çavekî stratejîk êdî li kurdan binêre: 

– Eger kurd li welatê xwe dibin xwedanê îradeyeke siyasî, dibine hêzek, ev ji bo dinyayê ne zerar, ne tehdît e. Kurdan çavê xwe neberdana axa kesî, welatê kesî dagir nekirine û dijminatiya kesî jî nekirine. Berovajî vê li hemberî dijminên mirovahiyê yên herî xedar mîna Daişê têkoşîna herî lehengane, ji Kerkûk, Mûsil û Şengalê heta bi Efrîn û Kobanî kurd didin. Lewra ya herî maqûl ew e ku Ewrûpa û dewletên rojavayÎ bi çavê hêzeke girîng ya stratejîk êdî li kurdan binêrin. 

BENDEWARIYÊN JI KURDÊN EWRÛPA
ji bo ku kurd weke hêzeke stratejîk were dîtin divê yekîtiya xwe xurt bikin û dibêje bendewariya wî ya herî mezin ji kurdên Ewrûpa jî ew e ku bi hev re bi tifaq bin:

– Hêviya min ew e ku revenda kurd ya li vir yekîtiya xwe xurttir bike. Û di çarçoveya hiqûqa van welatan de têkoşina xwe ya demokrasiyê bilindtir bike. Gereke entegre bibin, bi siyaseta van welatan re mijûl bibin, di siyaset û bazirganiyê de serkeftî bin, lê herwiha li hember pêşveçûnên li welêt hişyar bin û bi taybetî li hember komkujiyan reaksiyona xwe ya demokratîk zindî bigrin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".