Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lîberal: ”Dibistanên oldar yên nû rawestînin!”

Publicerat måndag 12 september 2016 kl 11.53
Björklund: ”Risk heye weke dijîtîya îslamîyetê bê nirxandin”
(4:46 min)
.
Foto: KATARZYNA KORZA / TT

Partîya lîberal dixwaze damezirandina dibistanên nû yên oldar rawestîne. Serokê partîyê Jan Björklund dibêje, di demekê de ku gelek penaberên nû têne Swêdê, ev cure dibistan pêşî li ber entegrasyonê digirin.

Jan Björklund dibêje elbet ev pêşnîyaz bi serê xwe tenê ji pirsgirêka entegrasyonê re çareserî nîn e. Lê entegrekirina zarok û ciwanan, li ser bingehê xwendina li dibistanên ku mufredat û pîlana hindekarîyê ya swêdî dişopîne mimkûn e. Û divê ew li ser bingehê nirxên swêdî yan jî nirxên lîberal yên rojavayî werin perwerdekirin.

Pêşnîyaza Lîberalan ji bo hemû dibistanên serbixwe yên oldar (religiösa friskolor) derbas dibe û ferqîyet naxe nav olên (dînên) cûda. Pêşnîyaz her weha destûr nade dibistanên serbixwe yên oldar yên niha hene ku xebata xwe berferehtir bikin, yanî mezintir bibin. Lîberal her weha daxwaz jî dikin ku kontrola li ser van dibistanan were xurtkirin.

Lîberalan cara ewil vê pêşnîyazê di sala 2005’an de anîbûn rojevê. Lê serokê partîyê Jan Björklund bawer e, bi pêla nû ya mihaciran re dê dibistanên serbixwe yên oldar segregasyon û ji hev cûdakirinê li tax û semtên xizan yên bîyanî û xerîban zêdetir bike.

Bi ya Jan Björklund li taxên segregekirî yên bîyanîyan, di warê nirxên yeksanî û azadîya keç û jinan de gelekî problem hene.

Piştî pêşnîyazek bi vî rengî di sala 2005 de Jan Björklund di hikûmeta hevgirtina bûrjûwa de bûbû wezîrê perwerdeyê, lê li ser pirsa ku gelo wî çima wê demê sînorkirinek li hemberî damezirandina dibistanên oldar de pêk neanî ew dibêje ”wê demê tu destekek ji partîyên din ji bo vê pêşnîyaza me tunebû, lê pêla mezin ya penaber û mihaciran li tax û semtên me problemên mezin yên segregasyonê peyda kirine.

Demeke kin berya vê, biryarek ji Mifetîşîya dibistanan ya gîştî ku jihevcûdakirina keç û xortan di dersên cîmnastîkê de li dibistaneke musluman qebûl dike, rê liber rexneyên tund vekiribû. Partîyên hevgirtina bûrjuwa û wezîrê perwerdeyê Gustaf Fridolin jî nerazîbûna xwe nîşan dabû. ^

Jan Björklund nizane ka dê partîyên din helwesteke çawa li ber rawestandina dibistanên nû yên oldar bigirin. Û li ser pirsa ku gelo ev pêşnîyaza wî dê weke dijmintîya îslamê were şîrovekirin jî dibêje ”rîskek wisa elbet heye, lê ez bawer im ku îro her kes dibîne ka jidervehêştina komên cuda yên civakê meseleyeke ciqasî mezin e li Swêdê.

Lê wezîrê perwerdeyê Gustaf Fridolîn ê ji Partîya Kesk pêşnîyaza Jan Björklund weke ”henekek” dinirxîne û dibêje ew 8 sal wezîrê perwerdeyê bû, dikarîbû wê demê tiştên niha dibêje bike, lê nekir û bibîr tîne ku qanûna dibistanan ya îro ji alîyê Jan Björklund ve hatibû nivîsandin.

Li Swêdê 66 dibistanên bingehîn û 5 lîseyên serbixwe yên oldar hene. Demokratên Swêdê (SD) jî pêşnîyaz di cîh de nabînin û ne bawer in tesîrek wê li hemberî segregasyonê hebe.

Ji Partîya Xiristîyanên Demokra (KD) Annika Eklund ne bawer e ku ev pêşnîyaza Jan Björklun ku dibêje di rastîyê de tenê li hemberî derdora 10’an dibistanên musluman e ji pirsgirêka entegrasyonê re çareserî be.

 

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".