Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

”Pareyên nû bila maaşê polêsan zêde bike”

Publicerat måndag 12 september 2016 kl 15.40
.
Foto: Stina Stjernkvist/TT

Hikûmetê îro dîyar kir ku ew dê pareyê ku di butçeyê de ji bo polês tê veqetandin bi 2,7 mîlyar kronên ekstra zêde bike. Lê sendîka polêsan dixwaze ev pare ji bilindkirina maaşan re were veqetandin.

Wezîrê karê hundir Anders Ygeman bi tevî wezîra finansê Magdalêna Andersson îro ragihand ku ew ê butçeya polês û îstixbarata swêdî ji bo salên 2017-2020 bi 2,7 milyar kronên ekstra xurttir bikin.

Herdû wezîran vê beşa pêşnîyaznameya butçeya payîzê îro bi civîneke çapemenîyê dan nasîn. Li kêleka zêdekirina pareyê ji bo polês hikûmet her weha dixwaze wezîfe û karê polês jî zelaltir bike. Daîreya lênêrîna kesên krîmînal dê hîn wezîfeyan dewr bigire û her weha desthelatîya parastina peravan jî tê ferehkirin ku barê polês siviktir bibe.

Teşkîlata polês bi xwe doza pareyên ekstra kiribû. Ew dixwazin 2 000 polês û 1 300 karmendên sivîl bigirin kar. Di pêşnîyaznama ji bo butçeya xwe de polês hetanî sala 2020 daxwaza 3,9 milyar kronên ekstra kiribû.

Sedemê zêdekirina pareyên ji bo polês û îstixbarata swêdî tehdîtên terorîstî û xebata li dijî wan cîhadxwazên tevlî şerê Sûrîyê bûne tê nîşandin, lê her weha jî mesrefa ku di dema pêşwazîkirina pêla penaberan de hatibû kirin jî sedemeke din e.

Seroka federasyona sendîkayên polêsan Lena Nitz dibêje divê ew pareyê ekstra biçe ji bo bilindkirina maaşên polêsan. Lena Nitz dibêje ”her roj sê polês ji ber maaşê xerab û nizim dev ji karê xwe ber dide”.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".