Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Payizeke zehmet li pêşiya hikûmetê ye

Hat weşandin tisdag 13 september 2016 kl 10.00
Stefan Löfven, Gustav Fridolin och Anna-Kinberg Batra i riksdagen
Parleman ji bo 2016/2017ê dest bi xebatê dike. Wêne: Christine Olsson/TT

Îro parlemana Swêdê bi axavtina qirêl û danasîna Stefan Löfven ya hikûmetê dest bi xebata 2016/2017ê dike. Û li pêşiya hikûmetê çendîn pirsên zehmet hene.

Qezencên di refahê de, karên hêsan, rewşa xwendegehan û têkiliyên bi NATO re çend pirsên dijwar yên li pêşiya hikûmetê ne.

Derbarê xebatên li pêşiya hikûmetê serokwezîr Stefan Löfven di êvarnameya Aftonbladetê de gotarek nivîsandiye. Di nivîsa xwe de ew ji bo peydakirina bêhtir kar aliyên cuda yên bazara kar dawetî gotûbêjan dike û dibêje ”werin bi hev bişêwirin bê siyaset û xebatên xwendinê çawa dikarin werine pêşve birin”.

Löfven di nivîsa xwe de bi berdewamî wiha dibêje:

”Nûjenkirina Swêdê bi riya girîngdana perwerdeyê pêk tê. Bi vî rengî em dikarin çareyan ji bêkariyê, pirsgirêka xaniyan, lênerîna riyên hesinî, îxracat û tedbîrên ji bo avûhewayê re peyda bikin. Pêdivî bi civakeke xweragir ya ekolojîk heye. Bi vî awayî em dikarin şîrket û karên nû pêş de bibin”.

Yek ji xalên girîng dê xwendegeh û perwerde be. Îro gereke şûngira wezîra berê ya lîseyan Aida Hadzialic were destnîşan kirin. Di meha duwanzdeh, kanûnê de herwiha lêkolîna PISA ya derbarê dibistanên Swêd de tê eşkere kirin. Di salên dawî de vê lêkolînê û encamên xerab yên dibistanê rê li ber gotûbêjên berfireh vekiriye.

Berya wê di meha yanzdehan de pêşniyaza hikûmetê ya derbarê qezencên di refahê de tê aşkere kirin. Qezencên di refahê de yek ji wan pirsan e ku nêrîna hikûmet û muxalefetê pir ji hev dûr e.

Heçî muxalefet e ew dixwaze Swêd bibe endamê NATO û ew dixwazin sektora prîvat were xurt kirin. Tê çaverêkirin ku di van herdu xalan de muxalefet zorê bide hikûmetê.

Berdewamiya nûçeyê di nava rojê de tê weşandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".