Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Neteweyên Yekbûyî ji bo mihaciran dicive

Hat weşandin måndag 19 september 2016 kl 13.59
.
Wêne: TT

Netewên Yekbûyî îro di asta herî bilind de ji bo nîqaşkirina pirsa mihacir û penaberan li New Yorkê dicive û wezîra karê derve Margot Wallström dibêje çareserîya bi tenê hevkarîyeke global e.

Civîna gîştî ya Netewyên Yekbûyî bi tevlîbûna 190 welatên endam îro destpê dike. Sê pirsên sereke xurtkirina sîstema kotayê ya ji bo parvekirina kufletê qebûlkirina penaberan, vegerandina penaber û mihaciran ji bo welatê wan û çareserkirina sebebên reva însanan ji welat û malên xwe ye.

Swêd sala 2017’an de weke endam di Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî de cihê xwe digire. Hikûmetê biryar daye ku alîkarîya aborî ya ji bo fona pêşxistian aşîtîyê bi sedî bîst zêde bike û bike 70 milyon kronî.

Swêd bi tevî serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Barack Obama re ji civîneke bilind ya cuda re malovanîyê dike bi armanca ku ji bo însîyatîfeke alîkarîya penaberan pare bide hev.

Margot Wallström di civîna bilind ya Neteweyên Yekbûyî de her weha dixwaze rewş û rola jinan di alozîyên çekdarî û çareserîyên wan de derxîne pêş.

Ji hêla din ve nîqaşek jî heye ka gelo dê konvansîyona penaberîyê ya ji sala 1951 were guhertin yan na. Çend sîyasetvanên ji partîyên burjuwa yên swêdî daxwaz dikin ku ev konvansîyon were çirandin yan jî ji nû ve were nivîsandin. Lê wezîrê mihacirîyê Morgan Johansson ku bi xwe tevlî civîna bilind ya li New Yorkê dibe dibêje ”em dixwazin ev konvansîyon her wekî xwe bimîne. Swêd alîgir e ku mafê penaberîyê were xurtkirin, heger konvansîyon bê çirandin dê ev paşveçûnekê be. Kesên dixwestin vê konvansîyonê berhewa bikin ser neketine û ev mesajeke gelekî girîng e.”

Di vê navberê de Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (Amnesty International) û Rêxistian çavdêrîya mafën mirovan (Human Rights Watch) wê pêşnîyaza deklarasyona ku dê di dawîya civînê de bê qebûlkirin rexne dikin û dibêjin ”ava wê jê derketîye”. Bi ya van rêxistinan deklarasyon ji bo berjewendîyên hîn welatan hatîye xerabkirin û bêmane bûye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".