Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xelata alternatîf ya Nobelê dan rojnama Cumhuriyetê

Publicerat torsdag 22 september 2016 kl 12.19
Erdem Gul: Xelat wê me bêhtir teşwîq bike!
(5:45 min)
.
Foto: Can Erok

Xelata Right Livelehood Award ya ku weke "xeleta alternatîf ya Nobelê" tê bi nav kirin çû ji rojnama tirkî Cumhuriyetê re.

Digel Cumhuriyetê ev xelat diçe ji sê ciyên din re: Yek ji van rêxistina Syria Civil Defence, (Parastina sivîlan ya Sûrîyê) ku herwiha ji wan re dibêjin Mîgferên Spî ye. Xelatgira sêyem ji Rûsyayê Svetlana Gannusjkina ye ku ji bo mafên penaberan kar dike û xelatgira çarem ji Misrê çalakvana mafê mirovan Mozn Hassan e ku ji bo mafê jinan têdikoşe.

Weqfa Right Livelehood Award di mebesta xelatê de dinivîsîne ”Xelatgir li welatên xwe li dijî şer û serdestîyê têdikoşin, lê dîsa jî encamên bêhempa werdigirin”.

Ev çar xelatgir pareyek ji 3 milyon kronî bi hev re parve dikin.

Erdem Gül ji rojnama Cumhuriyetê, rojnamevanekî lêkolîner e û ji ber xebata xwe ya aşkerakirina şandina sîlehan ji bo komên cîhadxwaz li Surîyê cezayê zindanê lê hatiye birîn, lê doza wî hêj berdewam e.

Erdem Gül ji Radyoya Swêdê re dibêje me dixwestin em xelatê ji bo kar û berhemên xwe yê rojnamegerîyê wergirin, lê girtina xelatekî wisa dîsa jî ji bo me serbilindîyeke mezin e.

Gelo wergirtina xelatek navnetewî dê karê wan zehmettir bike yan jî hêsantir bike. Erdem Gül dibêje wergirtina xelatek wisa dê wan di xebata wan de bêtir teşwîq bike.

Ji bo guhdarên me yên ku tirkî dizanin kerem bikin li tevahiya hevpeyvîna bi tirkî ya bi Gul re guhdarî bikin.

 

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".