Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Praksîsa nû biriyara redê dide zarokên bi tenê

Hat weşandin måndag 26 september 2016 kl 10.21
"Wê min li vê derê bihêlin ta dibim 18 salî
(2:13 min)
Qanûna nû redê dide gelek zarokên bi tenê.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Bi sedan zarokên bi tena serê xwe hatine Swêdê nuha biriyara red kirinê werdigirin, herçend ku bi xwe nabe zarok bo welatekî tê de pêşwazîkirineke organisekirî nebe bêne şandin.

Dezgeha Koçê, Migrationsverket, ew praksîs, ango praktîkî hiqûqî ya mafê rûniştinê dida van zarokan nuha guhertiye. Dezgeh nuha bicîanîna red kirina van zarokan dereng dixe, dema ew dikevin 18 saliyê de û wekî salmezinan têne jimartin.

Mohammad Nabavi vê salê naskir ku ew divê li Afganistanê vegere dema dibe 18 salî.

-Ev biryar bi vê wateyê ye, min li bihêlin ta ez dibim 18 salî û pişt re min dişînin Afganistanê.

Beriya çend heftiyan wî biriyara red kirinê wergirt û di dawiya vê heftiyê de ji nû ve dibe 18 salî.

Li gor yasayên penaberityê nabe ku kesên li jêr 18 saliyê bo welatekî têde sîstemeke baş ya pêşwazîkirinê nebe bêne şandin. Û li Afganistanê bi xwe sîstemeke bi vî awayî tune ye.

Lê heman şert ji bo mezinan nîne ji ber vê yekê ew yên dibin 18 salî karin li van welatan vegerin.

Li gor Dezgeha Koçê bi sedan zarokên penaber yên bi tena serê xwe hatine, bi taybetî ji Afganistanê, wê nuha biryarê red kirinê werbirgin. 

Kjell-terje Torvik yê beriya nuha li Dezegha Koçê pisporê beşê vegerandina penaberan bû dibêje ku li gor yasa berê ev yeka nedibû:

-Berê ew zaokên tu pêwîstiya parastinê nebûn û li welatê jê hatine sîstema pêşwaziyê nebû mafê rûniştinê li Swêdê werdigirt, herçend temenê wan nêzîkî 18 saliyê jî bû.

 Lê nuha ew mafê rûniştina demkî werdigirin ta 18 saliyê û pişt re bo welatê wan têne rê kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".