Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Oscar: Min bi darê zorê li erdê dirêj dikirin

Hat weşandin onsdag 28 september 2016 kl 10.45
Ew çokên xwe danîn ser pişta min
(3:30 min)
En vuxen mans händer håller ner ett barns händer mot golvet. På golvet ligger legobitar utspridda.
Dirêjkirina zarokan a bi darê zorê dikare rîska mirinê jî bi xwe re bîne. Wêne: Liv Widell/Sveriges Radio. [Bild iscensatt med statister]

Gelek dibistan hene ku ji bo aramkirina zarokên ku hinekî nerehet in, metoda bi zor girtinê û dirêjkirina li erdê bikartînin. Ev metod dikare bi tahloke be û bi mirinê jî biencam be.

Xebatkarên dibistanê dema Oscar diçû sinifa sêemîn hema her roj wî bi zorê li erdê dirêj dikirin. Sê zilam ku xwestin wî aram bikin wî li erdê dirêj kiribû û hêza xwe li ser wî datinîn, ev rewş dikare bi şîdet û tahloke be.

Oscar li ser tiştên ku li wî hatine kirin de wiha dibêje;

-Ew bi zorê min li erdê dirêj kirin, yek bi pişta min û yek jî bi dest û milên min girt. Du zilamên mezin. Hîsek nebaş bi min girt. Ez li dijî wan hertim têdikoşiyam. Min bi tenê berxwe da û li dijî wan têkoşiyam.

Dema Oscar 9 salî bû li dibistanê gelek caran nobe hêrsbûnê derbas dikir. Nexweşiyên wî yên wekî Asperger, ADHD hebû. Wî gelek caran bi zorê nefes dida û distend.

Dema ku xebatkarên dibistanê nekarîbûn Oscar haş bikin, wî li erdê dirêj dikirin û gelek caran bi zikê wî, dest û piyên wî digirtin.

Li gorî şahîdiya xebatkarekî dibistanê carina Oscar çep didan rûniştin û keysê lê danîn ku bi çokên xwe daynin ser pişta Oscar. Lê xebatkarên dibistanê li xwe mikûr nayên û dibêjin wan ti carî çokên xwe nedane pişta Oscar û bi vî rengî tevnegeriyane.

Profesora warê pizîşkî û dermanan, Ingemar Thiblin, dibêje mînakên vê yekê hene ku di rewşên wiha de mirov mirine. Heta îro li wir tiştên wisa pêkhatine lê ev yek rîskan jî bi xwe re tîne.

Profesor dibêje gelek bi tahloke ye ku mirov bi awayek nerast werin dirêjkirin. Ev yek rê li ber tengasiya nefes stendinê vedike û mirov dikare di nav 10 an jî 20 deqeyan de jiyana xwe jidest bide.

Ne tenê Oscar e ku li dibistanê bi zorê tê dirêjkirin. Saziya çavdêriya dibistanan par 43 biryarên bi vî rengî dan ku di serdemên xwendinê de zor li zarokan hatine kirin.

Xebatkarên dibistanê derbarê mijara Oscar de nexwazin ti hevpeyvînê pêkbînin. Lê belgeyên heyî nîşan didin ku Oscar heta 20 deqeyan jî bi darê zorê li erdê hatiye dirêjkirin.

Li gorî Oscar û dê û bavên wî dema zordariya li dijî Oscar 20 deqeyan jî derbas kiriye.

Şefê perwerdeyê yê şaredariya Täbyyê Henrîk Mattisson jî hay ji rîska mirinê ya ji vê yekê heye lê hê jî kirinên xebatkaran diparêze.

-Belê rîsk heye û lê ev qewmîn şexsî ne. Bûyêrên bi vî rengî dikare zirarê bide kesên din jî. Ji ber vê jî mudaxelekirin jî mafê xebatkaran e. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".