Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Aftonbladet

”Sîlahên swêdî giheştiye pêşmerge”

Hat weşandin torsdag 29 september 2016 kl 17.10
”Wezareta Pêşmerge vê nûçeyê red dike”
(6:25 min)
Li gor peyamnêrên Aftonbladetê çek û sîlahên swêdî, AT-4, teslîmî pêşmergeyan bûye.
Wêne: FREDRIK PERSSON

Swêd ne tenê bi perwerdeya leşkerî piştgîriya pêşmergeyan dike di şerê li hember Daiş li Îraqê û başûrê Kurdistanê lê herweha sîlahên swêdî jî rêkirine cebheyê, ev li gor rojnameya Aftonbladet.

Li gor peyamnêrên rojnameyê yên bi çavê xwe çek û sîlahên swêdî, AT-4, di destê pêşmergeyan de dîtine dibêjin ku çendîn çavkanî û kesên bi wan re axivîne gotine ku leşkerên swêdî bi xwe ev sîlah dane destê peşmerge û ev yeka ji aliyê hêza bergiriyê ya swêdî ve têne inkar kirin.

Herweha Wezareta Pêşmerge îro daxuiyaniyek derbarê vê mijarê de tê de vê nûçeyê red dike. Shoresh Kadir Rahem, Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Swêdê dibêje ku herçend ku Wezareta Pêşmerge ji temamê cîhanê daxwaza yarmetiyê bi hemû awayan, û herweha ji aliyê sîlah û leşkerî ve jî, dike her ev nûçeya ku Swêd yekser sîlah dabe hêzên kurdî nûçeyeke ne rast e.

Ya fermî li Swêdê têne ragihandin ku Swêd ev saleke tenê bi beşdarbûna karmendên xwe yên leşkerî yên bi mebesta perwerdekirina hêzên kurdî li herêmê ne piştgîriyê dike.

Li gor pêşniyaza hikûmeta Swêdê ya par hate qebûl kirin, Swêd tevlî hevpeymaniya navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê ye di şerê li hember rêxistina terorîstî ya Daişê, dibe.

Bi şertê ku leşkerên swêdî bi awayekî yekser beşdarî şerî leşkerî nebe lê bi bibe yekîneyeke perwerdeyê bi mebesta perwerdekirina hêzên îraqî û di nav wan de pêşmergeyan jî.

Lê wêneyên Aftonbladetê ji doh ve belav kirine diyar dikin ku rola Swêdê di vî şerî de karîgertir e. Hem nûnerê Shoresh Kadir Rahem û hem jî endamê parlamana Swêdê ji Partiya Lîberalan, Fredrik Malam, di wê texmînê de ne ku ev sîlah bi rêyeke din giheştibe destê hêzên kurdî.

Fredrik Malm, endamê parlamanê ji Partiya Lîberalan her wekî Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Swêdê, Shoresh Kadir Rahem, bawer nake ku Swêd sîlah dabe hêzên kurdî lê ya ew maqûl dibîne ku Swêd alav û çekên leşkerî friotibin Amerîkayê û bi rêya Amerîkayê giheştibin destê hêzên pêşmerge yan jî ku ev sîlah bi moletdarî li Amerîkayê hatibin çêkirin.

Li gor peyamnêrên rojnameya Aftonbladet yê bi xwe pêrgî pêşmergeyan li cebheyê bûn dibêjin ku pêşmerge bi kêfxweşî behsa piştgîriya swêdî kir, ne tenê ya beşê perwerdekirinê lê hem jî ew çek û sîlahên teslîmî pêşmergeyan kirine. Wan bi serbilindî ev sîlah nîşanî rojnamevanan dabûn yên di wê derfetê de wêneyên sîlahî jî kişand wekî isbat.

Bi nivîskî Philip Simon, berpirsê çapemenî li ba Hêza Bergiriyê ya swêdî ji Aftonbladet re dibêje ku ev nerast e û Swêd fermî sîlah pêşkêşî tu hêzên îraqî û ne jî pêşmergeyan, nekiriye.

Piştî eşkerekirina Aftonbladetê, rexne û reaksyon ji gelek aliyên civakî û siyasî ve hatine kirin, wekî nimûne ji aliyê rêxistina aştîxwaz ya swêdê, Freds – och skiljedomsföreningen och Partiya Jîngehê ve yên dibêjin çek û sîlah ji welatên bêhtir şer û nakokiya heye xirabtir dike.

Fredrik Malm vê helwestê rexne dike û dibêje îro di vî şerî de sîlah pêwîst e ji bo parastina jiyana mirovan.

-Ta nuha bi hezaran pêşmerge di şerê li hember Daiş de jiyana xwe ji dest dane. Ev şerê şaristaniyê li hember hovîtiyê ye. Îro pêşmerge ne tenê xwe diparêzin lê ew temamê cîhanê bi vî şerî diparêzin û ji ber wê jî hemû alîkariya ji wan re pêwîst e divê ji wan re bêne pêşkêş kirin wekî nimûne yarmetiya çek û sîlah jî.

Yarmetiya ku îro Swêd pêşkêş dike di herêmê de baş e lê daxwaziya sîlah ji aliyê hêza pêşmerge de heye û Swêd kare bi wî rengî yarmetiyê bide hêzên kurdî, li gor nerîna Fredrik Malm ji Partiya Lîberalan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".