Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Nûçeya şîdeta li ser zarokan deng veda

Hat weşandin torsdag 29 september 2016 kl 11.25
Biryarên giliyên ser zarokan têne kontrolkirin
(1:25 min)
En vuxen mans hand håller ner ett barns hand mot golvet.
Gilî û biryarên zordariya li ser zarokan ên 2 salên dawî careke din tên kontrolkirin Wêne: Liv Widell/Sveriges Radio. [Bild iscensatt med statister]

Dezgeha Çavdêriya Dibistanan li ser rewşa Oscar ku zordarî li wî hatibû kirin, dest bi lêkolînê kir. Armanca lêkolînê ew e ku bikeve pêşiya bûyerên şîdet û zordariyê.

Şefa beşa Mafê ya Dezgeha Çavdêriya Dibistanan Marie Axelsson dibê:

--Emê ji bo pêşerojê lêkolînê bikin. Xeletiyên hatine kirin jî emê bi guhetina metoda xwe bikin ku pêşiya wê bigrin. Emê di lêkolîna xwe de paş de jî herin li bûyerên bi vî rengî temaşe bikin. Lê eger rêveberiya dibistanê guman jê bike ku nirxandina lêkolîna dezgeha çavdêriya dibistanan xelet e, dikare bixwe jî lêkolînê pêkbîne.

Beşa nûçeyan a Radyoya Swêdê dabû zanîn ku di nav serdema xwendinê ya par de 43 zarok derbarê zordariya xebatkarên dibistanan de gilî kirine.

Dezgeha Çavdêriyê dide zanîn ku di nav 43 giliyan de biryar hate dayîn ku di 35 giliyan de şîdet pêkhatiye.

Nûnerê Dezgeha Parastina Zarokan Fredrîk Malmberg bal kişand ser biryara ku dezgeha çavdÊriyê girtiye û vê biryarê biryarek krîtîk binav dike.

--Dema mirov li vê yekê dinêre, dibîne ku zarokbûn zehmet e. Çîrokên xebatkarên dibistanên din jî piştgiriya serpêhatiyên zarokan dikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".