Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lîberal dixwazin tatîlên havînê nîvî bikin

Hat weşandin torsdag 29 september 2016 kl 14.05
Em dixwazin budceya xwendinê zêde bibe
(1:44 min)
Liberalernas partiledare Jan Björklund visar upp deras nya logotype på Liberalernas riksmöte i Linköpings Konsert & Kongress. Foto: Stefan Jerrevång / TT
Serokê partiya Lîberalan pêşnîyaza budçeyê ya partiya xwe pêşkeş dike

Partiya Lîberalan, Liberalerna, di pêşnîyazên xwe yên buceyê de bi berdewamî pirsa dibistanan bi dest digre.

Serokê Partiya Lîberala, Jan Björklund, vê sibehê buceya partiyê pêşkêş kir. Zêdekirina wextê perwerdeyê û bi nîvkirina tatîlên havînê çend ji pêşniyazên di buceya partiyê de bûn.

Lîberalan (L) dibêjin ewê wextê xwendinê ji 16 salan bigihînin 20 salan. Penaberên ku wekî ciwan tên Swêdê jî pê re digihîjîn ku bixwînin.

Serokê partiya Lîberalan Jan Björklund wekî alternatîva buceya hikumetê di destpêka danasîna buceya xwe de pirsa dibistanan anî rojevê û got: divê wextê xwendinê were dirêjkirin.

Li gorî pêşniyazê ewê di sala 2017an de du milyar kron ji bo zêdekirina perwerdeyê bikarbînin û ji bo mamoste û xwendevanên penaber jî 3.3 milyar kron bikarbînin.

Lîberalan berê jî ragihandibûn ku ew dixwazin miaşên di navbera 14 û 16 hezar kron bidin penaberên ku wê nû dest bi kar bikin.

Lîberalan her wiha naxwazin beşdarî biryara dawî ya buceya parastinê bibin. Li gorî vê jî tê xwestin ku buceya parastinê 13.6 milyar kron zêde bibe. Beşek mezin ji van pereyan di şûna ku herin ji bo çêkirina teyareyên nû, wê di nûkirina teyareyên modela JASê de werin bikaranîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".