Propagandaya rêxistinên cîhadîst a jinan ji ya xortan cuda ye

2:02 min

Tevgerên tundrew, wek nimûne yên islamî di nêzîkbûna jin û mêran de rêbaz û metodên cuda bi kar tînin.

Li ser meseleya cûdahiya di nêzîkbûna jin û mêran de ya rêxistinên radîkal Dezgeha Ciwan û pirsên girêdayî civaka sivîl (Myndigheten för ungdoms och civilsamhällsfrågor) hin lêkolîn dane çêkirin.

Xwendevana doktorayê Evîn îsmaîl ji Zanîngeha Uppsala, li ser rêxistinên cîhadîst lêkolîn kiriye.

--Cîhadîst propagandaya xwe li gor zayendan, ango berê xwe didin jin yan mêran şikil dikin. Wê demê di xebatên astengkirina wan de ev zanyarî girîng e.

 Propagandayên ku ji alî rêxistinan wekî Dewleta Îslamî ve tên belavkirin, gelek zilamên ku zêde bi çavê zilambûnê li xwe dinêrin û xwedî rîh in, dixwazin xwe biqawet û hêz nîşan bidin.

Evîn Îsmaîl dide zanîn ku vîdyoyên dewleta îslamî nîşana çek, şîdet, desthelatî û zilamên cîhadîst e.

Îsmaîl balê dikşîne ser cûdahiya propagandayên El-Qaîde û Dewleta îslamî yên ji bo jinên li Ewrûpayê.

--Bi ya min ev stratejiyeke ku li gor jinên rojavayî hatiye guncavkirin e. Mîna ku jin serbixwe û xwedîrojev bin têne nîşandan.

Nivîskara raporê Evin Îsmaîl bawer dike ku têkiliyan cinsan a di nav civakê de girîng e.

--Nîqaşên derbarê cudahiyên zayendan de bi giştî baş in. Di nav ciwan û xwendevana de dikare rê li ber gotûbêjên alternatîfên cuda yên demokrasiyê veke.