Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Yekîtiya Ewrûpa peymana avûhewayê qebûl kir

Hat weşandin fredag 30 september 2016 kl 15.20
Lövin: Nîhayet!
(1:03 min)
Isabella Lövin
Wezîra Swêdê ya avûhewayê Isabella Lövin. Wêne: Janerik Henriksson/TT

Peymana Parîsê ya li ser avûhewayê ji aliyê wezîrên YE ve hate pejirandin. Wezîra avûhewayê ya Swêdê Isabella Lövin ku beşdarî civîna li Brukselê bûbû di Twittera xwe de peyama ”Nîhayet, lihevhatin!” belav kir.

Li gor peyamnêrê Radyoya Swêdê Jan Andersson civîna li Brukselê bi hin zehmetiyan derbas bûye, ji ber ku îtirazên dewletên mîna Polonya, Îtalya û Lîtvanya hebûn.

Ev peymana dîrokî tê wateya ku Yekîtiya Ewrûpa êdî wê di civînên li ser avûhewayê de bi yek dengî biaxive. 

Berya niha du dewletên ku di pirsa avûhewayê de roleke mezin dibînin Amerîka û Çînê peymana Parîsê pejirandibûn. Niha bi qebûlkirina Yekîtiya Ewrûpa re ew derbasî asteke bilindtir dibe. 

Eger 55 dewletên ku ji %55ê bermayiyên gaza serayî berdidin peymanê bipejirînin şertên di peymanê de wê di 2020ê de bikevine dewrê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".