Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Skandala Macchiarini xelata tibî ya Nobelê nesekinand

Hat weşandin måndag 3 oktober 2016 kl 11.23
Bûyera Macchiarini çi tesîrê li Nobelê kir
(1:44 min)
.
Wêne: JONATHAN NACKSTRAND

Gelo piştî skandala Macchiarini yên li Enstîtuya Karolînskayê, nêrîna xelkê, civaka zanyarî û navneteweyî ser xelata dermên a Nobelê çi ye?


Li gor rojnamevan û lêkolîner Alison Abbot tu tesîreke meseleya Macchiarini ya neyênî wê li ser xelatê nebe.

--Hîsên giştî ew in ku ev skandal tiştek nexweş bû. Qewmîna skandalek wiha mezin ji bo qîmetê Enstîtuya Karolînskayê nebaş bû. Di heman demê de têgîhiştinek heye ku komîteya Nobelê hemû kesên ku di skandala Macchiarini de hene, li derve hiştiye. Tiştê ku min bihîstiye komîteya Nobelê xwedî wê bawerî ye ku vê problemê çareser bike û ji saziyê dûr bixe.

Xelatgirê dermên ê Nobelê ji aliyê 50 profesorên ku li Enstîtuya Karolinska kar dikin ve tê hilbijartin. Lê navê gelek ji van profesorên li Karolînska tevî skandala cerah Paolo Macchiarini bûbû.

Niha ew xebatkarên ku têkiliyên wan yekser di skandala Macchiarini hebûn, ji komîteya Nobelê hatine avêtin lê rewşa krîtîk hêjî berdewam e.

Pêşniyazek wisa hebû ku ji ber vê skandalê du salan xelata dermên ya nobelê neyê dayin heta ku Enstîtuya Nobelê xwe li hev kom bike û gotûbêjên derheqê Macchiarini de kevin bibin. Lê Alison Abbot radigihîne ku ew ne bi vî fikrî re ye ji ber ku skandala Macchiarini bêhtir di nav Swêdê de bûyereke mezin bû û hewldanên ji bo sererastkirina çewtiyan hatine kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".