Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Wê kî xelata Nobelê ya aştîyê werbigire?

Hat weşandin fredag 7 oktober 2016 kl 09.05
Gelo Nadia Murad wê xelata Nobelê werbigire?
(2:16 min)
Nadia Murad. Wêne: Radyoya Swêdê
Nadia Murad. Wêne: Radyoya Swêdê

Îro li paytexta Norwecê, Osloyê, wê xelatgirê Nobelê yê aştiyê were aşkerekirin. Yek ji kandîdên herî bi hêz ji bo vê xelata giranbuha çalakvana mafê mirovan, êzidiya ji Şengalê Nadia Murad e. 

Krîza penaberan û şerên li rojhilta navîn û bi taybet ya Sûriyê di dayîna xelatê de wê were berçavgirtin.

Îsal ji bo dayîna xelata Nobelê ya aştiyê 376 kes hatine hilbijartin. Ev hejmar heta niha mezintirîn hejmar e ku ji bo xelata Nobelê ya aştiyê hatine destnîşan kirin.

Keça kurd a êzîdî Nadia Murad, ku yek ji kandîndên herî bi hez e ji bo wergirtina xelata Nobelê ya aştiyê ji wan keç û jinên bi mehan di destê Daêş de wekî kole û cariya ji bo bikaranîna cins bû. Ew beriya sal û nîveke ji aliyê grûpa teroristî ya Daeş ve hate revandin û wê birin Mûsilê.

Piştî çend mehan di jiyaneke zehmet û nenaskirî de, ya tê de rojane tadeya cinsî lê dibû, dihate firotin û di nav serbazên Daêş de dibû bedel, bi serket û ji destê vê grûpa terorîstî reviya.

Nadia Murad bi alîkariya projeyeke almanî ji bo lênerîn û hewandina jinên êzîdî yên tade li wan hatiye kirin û bêkes in, hate Almaniya. Ew îro çalakvaneke mafê mirovan e, hesret û armanca wê ya herî mezin di jiyanê de ew e ku ya bi serê miletê êzîdî, jin û zarokên êzîdiyan de hatiye di temamê cîhanê de belav bike ta alîkarî bigihêje wan û heqê xwe bistînin.

Eger îro Nadia Murad vê xelata giranbuha werbigire dibe yekemîn kurd ku xelata Nobelê ya aştiyê werdigire.

Par çar rêxistinên Tûnisê, Çarîna Dîyaloga Neteweyî ya Tûnisî, ji bo xebata xwe ya avakirina demokrasiyeke pirrengî li Tûnisê xelata Nobelê ya aştiyê wergirt. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".