Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Liberal hevkariya bi Sosyaldemokratan re dixwazin

Hat weşandin fredag 7 oktober 2016 kl 10.30
Em dixwazin hevkarî bi hikumetê re ava bibe
(1:53 min)
.
Jan Björklund dibêje ew amade ku bloka siyasî rakin Wêne: Stina Stjernkvist/TT

Serokê partiya Lîberalan (L) Jan Björklund diyar dike ku ew ji bo hevkariya di navbera koalîsyon, hikumet û Sosyaldemokratan de amade ne.

Ji bo min ne mimkun e ku li ser navê hevkariyê piştgiriya çalak a Demokratên Swêdê (SD) were girtin, dibêje serokê Lîberalan Jan Björklund. 

Li gorî Björklund tenê yek çareseriyek heye, ew jî hevkariya di nav blokên siyasî de ye.

-Ne tenê di lihevkirinên tekane de lê di siyasetê de bi giştî, wekî di pirsa buceyê û bacê de, wê hevkarî hebe.

Biya min, Björklund dibêje, divê em hizir bikin ku me hikûmeteke bi koalîsyon heye ya di nav blokên siyasî de hevkar e. Mebesta min koalîsyon û partiya Sosyaldemokratan e.

Seroka partiya Moderat (M) Anna Kinberg Batra fikra ku çêkirina koalîyona bi hikumeta Sosyaldemokratan re neeciband.

-Ez zanim ev yek xewna beşekî ji Sosyaldemokratan e. Bi taybetî ji bo wan dixwazin senaryoyên cûda biceribînin ji bo ku Stefan Löfven li ser hukimê bimîne. Ez dixwazim ew rabe û sedema vê jî sîyasî ye.

Ji bo Anna Kinberg Batra hikumetek ku ji S û M pêkwere, nebalkêş e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".