Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Serokê Kolombiyayê xelata Nobelê ya aştiyê wergirt

Hat weşandin fredag 7 oktober 2016 kl 10.38
Xebata ji bo aştiyê xelatê wergirt
(3:05 min)
.
Wêne: Fernando Vergara

Xelata Nobelê ya aştiyê ya sala 2016 çû ji serokê Kolombiyayê, Juan Manuel Santos re.

Juan Manuel Santos xelata 26 emîn ya aştiyê ji ber xebata xwe ya ji bo peymaneke aştiyê bi hêza gerîlayên Farc re werdigire.

Komîteya Nobelê ya Norwêcî bi van gotinan hilbijartina Juan Manuel Santos zelal dike, ”Ew ji ber xebata pêkanîna aştiyê di welatê xwe de û ji bo proseya aştiyê bi hêza gerîlayên Farcê re vê xelatê werdigire.

Li gorî seroka komîteyê, Kaci Kullman Five, ev xelat pîrozkirineke ji bo miletê Kolombiyayê ye yê tucarî hêviyên xwe ji bo aştiyek wenda nekirine û ji bo hemû aliyên cuda ye ji bo wergirtina vê xelatê. Bi vê xelatê jî komîte rûmetê dide goriyên şerî li Kolombiyayê.

Wezîra karûbarê derve ya Swêdê, Margot Wallström, hilbijartina xelatgirê aştiyê baş dibîne.

Ew dibêje ev nûçeyeke pir baş û bi kêf e. Wî serokatiyeke bi hêz nîşan daye. Ev peymaneke aştiyê ya bêhempa ye, peymana yekem ya wekhev e di temamê cîhanê de.

Herçend ku piraniya miletê Kolombiyayê dengê xwe nedane peymana aştiyê bi gerîlayên Farcê re her nayê wê wateyê ku ew li dijî aştiyê ne, li gor Kullman Five.

Yek ji pirsên hatine kirin ew e bê çima ev xelat çima li ser serokê Kolombiyayê û hêzên gerîlayên Farcê nehate par ve kirin, Kullman Five dibêje ku beriya nuha lihevkirinên aştiyê li Kolombiyayê hebûn lê Santos vê carê xebata mezin kir. Û çima aliyekî din xelat wernegirtiye, em vê tucarî şîrove nakin.

Şerê li Kolombiyayê di 52 salan de berdewam kiriye û jiyana 220 000 kesî biriye û hiştiye ku şeş milyon kes dest ji malên xwe berdin.

Peyendiyên di navbera hikûmeta kolombiyayî û hêza Farcê de di 2012 de li paytexta Kubayê, Havana, destpêkir.

Hikûmet û Farc li ser peymana aştiyê havîna 2016 de li hev kirin lê dema kete dengdanê de, ji aliyê milet ve nehate qebûl kirin.

Par çar rêxistinên Tûnisê, Çarîna Dîyaloga Neteweyî ya Tûnisî, ji bo xebata xwe ya avakirina demokrasiyeke pirrengî li Tûnisê xelata Nobelê ya aştiyê wergirt.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".