Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Oliver Hart û Bengt Holmström xelata aborîyê ya Nobelê wergirtin

Hat weşandin måndag 10 oktober 2016 kl 12.20
Pêşxistina teorîya peymanê, xelata aborîyê ya Nobelê wergirt
(2:45 min)
.
Wêne: Stina Stjernkvist/TT

Oliver Hart û Bengt Holmström ji ber xebat û lêkolînên xwe yên pêşxistina teorîya peymanê, xelata aborîyê ya Nobelê ya 2016an wergirtin.

Bengt Holmström swêdî ye û salên derbasbûyî de endamê Akademîya Zanistê ya Swêdê bû. Lê di van salên dawî de wî di akademîyê de cîh negirtîye. Bengt Holmström ji peytexta Fînlanda Helsînkîyê ye û niha li zaningeha MIT li Amerîkayê kar dike.

Holmström bêtir li ser ku mirov çawa peymanên (kontrat) ku herdû alîyan teşwîq dike lêkolînan kirîye. Bi ya Holmström nivîsandina peymana ya di navbera dû alîyan, eleqa bi parvekirina wê ya rîskan heye. Ji bo vê, ev cure rêbaz, hejmareke mezin însanan eleqeder dike.

Oliver Hart ji Londonê ye lê li zaningeha Harvard li Amerîkayê lêkolînê dike. Di lêkolîna xwe de wî bala xwe daye ser "peymanên ne temamkirî" (incomplete contracts), ji ber ku gelekî zehmet e mirov li ser faktorên ku ji destpêkê ve ne dîyar in lihevkirinek pêk bîne.

Her dû xelatgir bi rêya telefonê dan zanîn ku ew ji ber wergirtina xelatê gelekî kêfxweş in. Li ser pirsa ku dê pareyê ku ji xelata nobelê digire dê çawa serf bike, Bengt Holmström dibêje "ez hêj li ser vê meselê negîhame ku bifikirim".

Xelata Nobelê ya beşa zanistiya aboriyê her sal ji alî Bankaya Navendî ya Swêdê (Riksbank) ve ji bo bîranîna Alfred Nobel tê belav kirin.

Yanî ev xelat ne yek ji wan xelatan e ku Alfred Nobel bi xwe dîyar kiribû. Xelat di sala 1968’an de ji alîyê Bankeya navendî ve hat damezirandin.

Di saya teorîyên Oliver Hart û Bengt Holmström de peymanên bêtir bi îsabet dikare di navbera karker û karbidestekî de yan jî mirovek ku dixwaze sîgorte bikire û şîrketa sîgortayê de bê nivîsandin. Her dû alî wê demê dikarin hesabê rîskê bikin û li gorî wê şikil bidin peymana (kontrata) navbera xwe.

Pareyê xelatê, her wekî xelatên din yên Nobelê, 8 milyon kron e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".