Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Weşana Newroz TV berdewam e!

Hat weşandin måndag 10 oktober 2016 kl 17.10
”Ew riyekê bigrin, em ê yek din vekin”
(6:30 min)
Newroz TV och kanalens arbetare Zeyneb Murad
Zeyneb Mûrad: Hotbird Newroz TV rawestîne jî, weşan berdewam e.

Newroz TV hatiye agahdar kirin ku weşanên wê yên li ser HOTBIRDê dê werine birîn. Em jî îro çûn navenda televîzyonê ya li Stockholmê da binêrin bê piştî vê nûçeyê ew karê xwe çawa dimeşînin.

Newroz TV ku bi taybetî berê xwe dide rojhilatê Kurdistanê di sala 2007ê de dest bi weşana xwe kir. Piştî dema destpêkê li lûkaleke demkî kanalê bar kire vê navenda fireh û ronak li herêmeke aram ya Stockholmê.

Studyoyên weşanê li jêr, odeyên îdarî, montaj û edîtoriyê li jor in. Ji bilî odeyeke mezin ya hevbeş ku 20-25 kes dikarin tê de kar bikin, herwiha çendîn odeyên biçûk ên teknîkî rêz bi rêz in. Di her yekê ji odeyan de karmendek yan didu dimînin. Her yek bi zaravayekî cuda yê kurdî.     

Di van odeyên teknîkî de her xebatkarekî wêneyek ser xwe re daleqandiye. Di ser hinekan re Mazlûm Dogan, hinek Sakine Cansiz û hinek jî Qazî Muhammed.

Yek ji xebatkarên em dîqî odeya wî dikin Hîwa ye. Di ber karê xwe re ew guhdariya muzîkê dike. 

Di van heftiyên dawî de kanala fermî TRT-Kurdî ne tê de li Tirkiyê hemû kanalên ku têkiliyeke wan bi siyaseta kurd yan jî zimanê kurdî re hebû hatine girtin. Di nav kanalên hatine girtin de yeke taybet ji bo zarokan, Zarok TV jî hebû. 

Ji xeyrî kanalên li Tirkiyê Med Nûçe jî ku bi riya EUTELSATê ji Brukselê weşana xwe dikir hate rawestandin. Zeyneb Mûrad dibêje niha EUTELSATê berpirsên Newroz TV jî bi telefonê agahdar kirine ku ew ê weşana wan ya ji ser Hotbirdê bibirin. Lê Mûrad radigihîne ku eger Hotbird weşanê bibire jî Newroz TV ji ser NILESATê weşana xwe dewam dike û lewra di xebata karmendan de guhertinek nebûye.

Li qata jêr çendîn mêvanên Newroz TV rûniştine. Yek ji wan kurdên Stockholmê ku hatiye serdana televîzyonê Bayram e. Li gor wî biryara rawestandina weşanên Newroz TV ji ser Hotbirdê berdewama zordariya li hemberî gelê kurd e. Bes bi van biryaran moralê wan xerab nabe û dibêje, "eger ew riyekê bigrin, em ê yeke din vekin".

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".