Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hejmara ciwanên ku bêkar in, kêm bûye

Hat weşandin tisdag 11 oktober 2016 kl 09.33
Şanşê peydakirina kar li vir baştir e
(1:31 min)
arbetsförmenlingen
Dezgeha Karî vê sibehê îstatîstîka bêkariyê ya heşt dawî ragihand Wêne: Emma-Sofia Olsson/SvD/TT

Bêkariyê di nav ciwanan de ev heşt sal bûn daneketibû asteqe ewqas jêr. Dezgeha Karî (Arbetsförmenlingen) vê sibehê statîstîka nû ku berhev kiriye, bi raya giştî re par ve kir.

Rosen Al Saberi ku li karekî hemşîretiyê digere, diyar dike ku şansê wê yên baş hene ew karekî peyda bike.

 

  • Bi ya min ji ber ku ez li Stockholmê dimînim,peydarkirina kar hêsantir e. Li gor herêma Skåne ku ez jê têm ev der bajarek mezin e. Ez li vir pêşiya xwe ronaktir dibînim, eger mirov bixwaze gerek bikaribe peyda bike.

Dezgeha Karî destnîşan dike ku bêkarî di nav ciwanan de kêmtir dibe. Di dawiya meha îlonê de 61 hezar ciwanên 18-24 salî wekî bêkar xwe qeyd kirine. Ev jî tê wê wateyê ku bêkarî ji %13.4 daketiye %11.7. Ji sala 2008ê ve tu caran bêkariya ciwanan ewqas kêm nebûye.

Şefa analîzan a Dezgeha Karî Annika Sundén diyar dike ew di bazara karî de xurtbûneke berbiçav dibînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".