Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Oscar Sjöstedt: Derew û îftîra ye

Hat weşandin torsdag 13 oktober 2016 kl 09.12
Tiştên tên gotin derew e û îftîra ye
(2:17 min)
Oscar Sjöstedt
Oscar Sjöstedt dîmenên xwe yên ku derketine holê wekî derew û îftîra bi nav dike Wêne: Jessica Gow/TT

Ev çend roj in yek ji mijarên li Swêdê, bi taybetî di medyayên civakî de têkiliya Oscar Sjöstedt a bi rêxistinên nazî re ye. Derbarê gotûbêjên heyî de îro wî hevpeyvînek da Radyoya Swêdê.

Oscar Sjöstedt berpirsê siyaseta aboriyê yê partiya Demokratên Swêdê (SD) ye.

Berya çend heftiyan vîdyoyek wî ya ji sala 2011ê hate belav kirin. Di vîdyoya ku li Îzlanda hatiye kişandin de, Sjöstedt û çend kesên pê re bi kenekî bilind behsa mirina heywan û cihûyan dikin.

Wekî din wêneyên Oscar Sjöstedt hatine belav kirin gava wî di ciwaniya xwe de mîna naziyan xwe girê daye û çûye konsera hin rêxistinên nazîparêz.

Derbarê kenê bi mirina cihûyan Oscar Sjöstedt di hevpeyvîna îro de got, gava tiştek pir li mirov ecêb tê ji matmayinê carna însan weke reaksiyon dikene û kenê min jî ji bo wê bû.

Li ser pirsa bê di sala 2005ê de ew çima beşdarî konsereke bi dizî ya nazîstan bûye jî wî got:

--Ez bi tesadîfî li wir bûm, dema min fêm kir ew der ciyek munasîb nîn e, min terka wir kir.

Û Sjöstedt îdiayên derbarê xwe de weke derew, eletewş û îftîra bi nav kir. 

Lê rojnamevanê kovara Expo Mikael Färnbo ku li ser têkiliya Sjöstedt a bi naziyan re nivîsiye dibêje, Sjöstedt bi xwe hem li xwe mikur tê ku beşdarî konserê bûye, ku ev wêne yên wî ne û hem jî dibêje nîqan dixin stuyê min.

Färnbo dibêje tişta herî muhtemel ew e ku ji tesadufiyan bêhtir ji ber ku Sjöstedt bi xwe ji vê çandê tê beşdarî di konserên naziyan de kiriye û bi mirina cihûyan keniyaye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".